Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xebata Kurdan li Ewropa: KNK

17/04/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xebata Kurdan li Ewropa: PENa KURD
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. Ferho

Mijara me ya îro KNK (Kongreya Neteweyî ya Kurdistan) ye. Saziya xwedî erk û armancên giring û  berfereh. KNK (1999, Hollanda) berdewama Parlementoya Kurdistan ya li Derveyê Welêt (1995) e. Li gor destûrê “KNK berpirsiyariya gelê Kurdistan û hêzên wî yên şoreşger li her çar aliyê cîhanê dike.” Parastina berjewendî û yêkîtîya gelên Kurdistanê, li welêt û li dervayê welêt erka sereke ye. Navend, ji sedema rewşê li dervayê welêt e.

Benda a ji destûra KNK weha ye. “KNK di temsîlîyetê da welatî esas digire û li ber vê prensîbê, di serî da Kurd û hemû xelkên li Kurdistanê dijîn temsîl dike. Lewma KNK wekî organîzasyoneke neteweyî û welatî ji nûnerên partî û rêxistinên polîtîk, komele, sendîka û rêxistinên civakî, çandî û dînî û bi giştî sivîl, herwisa ji kesayetîyên serbixwe yên Kurdistanî, bi şertê ku ew hemû vê peymanê bipejirînin, pêktêt.” Armanc li Kurdistan, jiyana pêkhev, pirr reng, pirr deng, lê yekgirtî, li ser esasê demokrasiyeke bingehîn were avakirin. “KNK, piştgirîya xebata rizgarîxwaz ya neteweyî ya Kurd, li hemû parçeyên Kurdistanê [Tirkîye, Îran, Îraq, Sûrîye] dike û pêşkêşkirina her alîkarîyeke pêwîst, ji bo çareyeke polîtîk erkê xwe dizane.”

Bê goman pêdivî, erk û armancên KNK pîroz in. Saziyeke neteweyî ye. Çawa ew li temamiya Kurdistaniyan xwedî derdikeve, gerek e Kurdistanî jî xwedî lê derkevin. Lê di heman demê de jî dive her du alî rexnegîr bin.

Di nav KNK de ji temamiya Kurdistan ji çil partî, sazî û şexsiyet 300 endamên bijartî hene. Dîwana Giştî her serê du salan li hev dicive. Konseya Rêvebir û komisyonên xebatê tên bijartin. Komisyona Jinan, Komisyona Karê Derve, Komisyonên Ziman-Perwerde-Çand û Huner, Xweza-Jîngeh, Ragihandinê, Darayî, Komîta Mafê Mirov.

Civînên giştî pêk tên, bi sedan nûner û mêhvan beşdar dibin. Rexne û pêşniyar li pey hev in. Pirraniya axaftvanan hez dikin dersên siyasî, civakî, hiqûqî didin sedan beşdaran. Şîretan li KNK dikin, rê şanî rêvebiriyê didin, rexne dikin û bi saetan civînan dirêj dikin. Her çi huner e nizanim lê ji bo namzedên endametiya Konseya Rêvebir û komisyonan rêz dirêj dibin. Hin dilxweş û yên din dilşikestî ji civînê der tên. Û heta du salên din! Ji qada xebatê hunda dibin.

Komisyonên xebatê?

Komisyona Jinan çi xebat dike û li ser rewşa xirab ya jinên li Kurdistan çi proje pêşxistine? Pesindayina jinên qehreman di nava refên şervanan de têr nake.

Komisyona Karê Derve, heta niha çend dosye û civîn bi parlementerên welatên cîhanê re pêk anîne. Bi taybetî li Bakur bi dehan parlementer û şahredar di zînadanên Turk de ne û rewş xerab e.

Komisyona Ziman-Perwerde-Çand û Huner çi dike? Çend civînên di derbareyê ziman, alfabe, nûsîn, … pêk aniye. Çi xebat kiriye?

Li Kurdistan ne bes mirov têne kuştin. Xwezaya Kurdistan jî talan dibe. Daristan têne şewitandin, ji bo herêmên Kurdistan ji hev qut bibin baraj têne danîn. Komisyona Xweza-Jîngeh çi dike, çi kiriye?

Komisyona Ragihandinê bi çend zimanan bi awayekî rêk û pêk raporan li ser rewşa ragihandinê belav dike? Roj nîne dezgehên ragihandina Kurdî tuşî pirsgirêkên mezin nabin.

Komisyona Darayî, çend rapor li ser talankirina Kurdistan amade kririye ku cîhan agahdar bibe? Çiqa diziya Kurdistan tê kirin?

Komîta Mafê Mirov çi dike? Li temamiya Kurdistan çalakvanên mafên mirova, nivîskar, rojnamevan zimanzan û rewşenbîr têne zîndankirin, kuştin, hundakirin. Çend rapor bi çend zimanan hatine amadekirin?

Ji 300 endaman çend kes li welatên lê ne di vî warî de çalak e? Ew fîlozofên di civînan de ders didin bi ku ve hunda dibin?

KNK li dervayê welat e. Bi raporên cuda xebatên hêja, bi encam mimkin e. Bi sedan endamên wê li welatên cuda dikarin derfetên hêja bidestxin û erka xwe ya nûnertiyê bi cî bînin. Mixabin firaze kêm e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.