Sîpan Şînda
Heçî netew in ne tenê xwediyê dîrokê nin, herweha xwediyê nirxan in ji. Nirxên netewî di nava demê de zêde dibin, netew ji bi wan nirxan xurt dibin, dewlemend dibin û bi saya serê wan nirxan ji xwe li ser piya digirin. Têkiliyên civakî li gorî nirxên netewî têne hûnandin û xurt dibin. Xwedî lê derketina nirxên netewî yekîtiya netewan xurttir dike, bîr û baweriya wan zexim dike. Lê dema civakek yan ji netewek li nirxên xwe yên netewî derneket û ew nirxên bi keda sed salan, hezar salan pêk hatîn ne parast, wê demê ew netew ji hev felişiye û bîr û baweriya wan ji têk çûye. Gelo çi ne ev nirxên netewî ka werin em berê xwe bidine hineke ji wan.
Zimanê netewekê nirxê wê ya herî pîroz e û sedemê hebûn û nebuna netewê ye. Dema netewekê zimanê xwe winda kir, ew her tiştê xwe winde dike. Jiber wê divê netewek jiberiya her tiştî xweyî li zimanê xwe derbikeve. Dîroka netewan nirxek din ya wana ye û rabirdûya wan û cihê wan yê di nava netewan de diyar dike. Jiber wê divê netew bi hemî hêza li dîroka xwe xweyî derbikevin û wê nehêlin hêviya neyarên xwe ve. Nirxekî din yê netewî kevnareyên di nava xaka welêt de hatine avakirinin. Kevnare di derbarê jiyana civakan de, şaristaniya wan û kevnariya wan de gelek tiştan ji mirovî re dibêjin. Welatê me Kurdistan di vî warî de xwediyê gelek kevnareyên giranbiha ye û divê em li wan xwedî derbikevin. Nirxeke din yê ku netew xwe pê digirin jê pîrozîyên wan in. Cihên îbadet û paweriyên netewan ji bûna wan her tim pîroz in û girîngin. Dîsa nirxeke din yê netewî jê cejin in. Çi cejnên gerdîşî bin çi yên olî bin ferq nake, ew pîrozî û keyf û şahiya netewan in. Çi Newroz be, çi Cejna Qurbanê be, çi Çarşema Sor be hwd ev nirxên netewî ne. Nirxeke din yê netewan jê goristanên şehîd û miriyên wan in. Goristan ji bo netewan cihên gelekî taybetin, nexasim goristanên şehîdan ji bo netewan wateyek cuda didin. Nirxeke din yê netewan jê serok û rêberên wan in. Çi rêberên avakarên welatê wan bin, çi yên hatîn û çûyî bin, çi ji yên heyîn bin, ew hemî ji bo netewan nirxin û divê netew li wan xwedî derbikevin. Di dîrokê de ji ber serok û rêberan gelek şerên mezin derketine. Nirxeke din yê netewan jê cil û bergên wan yên netewî ne. Cil û berg ne tenê libasên li ser mirovî ne, ew di heman demê de bandorê li ser derûnî û kesayetiya mirovî ji dikin. Dema mirov wan cil û bergên netewî li xwe dikin çiqas bi keyf û şad in û giyanê wan di qalikê wan de cih nabe. Nirxeke din yê netewan jê malbat e. Malbat, bingehê civakê ye û hêlîna parastina nirxên netewî ye. Kesayetiya mirovî, niştimanperweriya mirovî, pêşverotiya mirovî û pêşketinên mirovî bi giranî girêdayî malbatê ye. Jiber wê bingehê keseyatiya mirovî di malbatê de tê danîn.
Bêgoman nirxên netewî gelekin û ew di nivîsekê de ji nayên vegotin. Jixwe nirxên netewî hemî weke xelekên zincîrekê bi hevve girêdayî ne. Jiber wê nirxên netewî divê bi hişmendiya man û nemana netewî bêne parastin û pêşvebirin. Heke ne bi hişmendiya netewî bêne parastin wê ew nirxên netewî bêne binpêkirin û çi qîmetê wan ji wê di nava civakê de nemîne.






