Rojnameya Ronahî

 Fermandarê jiyana azad Şoreş Xinis

Jiyan BOZO/Qamişlo

Berxwedana Rojava ji bo mirovayiyê berxwedanake dîrokî ye. Vîna gelê berxwedêr, şervanên YPG û YPJ êrişên çeteyan têk birin. Vê berxwedanê îsbat kir ku ti hêz nikare vê xakê dagîr bike. Fermandar Şoreş Xinis yek ji wan lehengan bû ku li seranserî rojavayê Kurdistanê bi mêrxasî şer kir û şehîd bû.

“FERMANDARÊN WEK WÎ NAYÊN DÛBAREKIRI”

Di derheqê Şehît Şoreş Rêveberê Ekadimiya Şehîd Xebat ya Dêrikê Herekol Koçer wiha axivî: “Tabûra destpêkê ya ji çiya hatî, tabûra heval Şoreş bû. Di şerê Til Koçer de min ew nas kir. Bi hatina wî guhertineke mezin di çalakiyan de çêbû. Em ji parastinê êdî ketin êrişê. Cesaret û dilwêrekiya wî di asta herî jor de bû. Fermandarên wek wî nayên dûbarekirin. Di avakirina kesayeta şervana de, xwedî rolekî mezin bû. Xwedî îdolojiyeke kûr bû.

Hevaltiya rast di sihbet û şerê wî de xuya dibû. Şêvazê wî yê jiyanê, dihişt ku mirov bi hezar qatî ji jiyanê hes bike. Ew çand û exlaqê Apoyî ku em lê digerin, tev di kesayeta wî de kom bibû. Ez demeke pir kurt pê re mam, lê min ji wî hertişt girt û min soza xwe li gel wî nû kir.”

“SERKEFTIN YA ME YE HEVALNO”

Fermandarê Tûgaya Şehît Çekdar ya Dêrikê Baran Koçer jî bal kişand se kesayeta şehît Şoreş î gotinên xwe wiha bi lêv kirin: “Hin kesayet  hene ku mirov bi rojan behsa wan bike têrê nake. Hevrê û fermandarê mezin Şoreş yek ji wan kesan bû. Min ew li bajarê Dêrikê nas kir. Ez di wê demê de şervanê tabûra Koçerata bûm. Me li gundê Ceza hev dît. Moral û coşa wî dihişt ku her kes jê hes bike. Deh deqeyan li gel mirov bima, wê bigota mirov wî bi salan nas dike, kesayetek pir cuda bû. Her tim bi ken wiha di got; ‘serkeftin ya me ye hevalno.’ Bi rastî jî her tim çalakiyên wî serkeftîbûn. Taktîk û rêbazên şer rojane pêş dixistin û di got; ‘em parêzvanê vê xakê ne, divê em erkê xwe baş pêk bînin.’ Heval Şoreş mîna navê xwe bû. Bi tena serê xwe şoreşek bû.”

Baran Koçer axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Şehateda wî pir zor bû, min qet bawer nedikir ku heval Şoreş şehîd bûye. Çimkî min tim ji xwe re di got ‘ev kesayet divê li vê dinyayî de bimîne.’ Ji bo xwedîderketina li keda wî divê em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji bo wê ez carekedin soza xwe nû dikim ku heta saxbim ezê şopdarê wî bim; da ku em xewn û xeyalên wî pêk bînin û welatekî azad ava bikin.”

“PKK BI PARTIYA ŞEHÎDAN TÊ NASÎN”

Şervana YPJê Sarya Dijwar jî wiha got: “7 sal in ku hevalê Şoreş ji me fîzîkî qut bû ye. Lê heta niha jî bawer nakim, ez hîn li binda wî me. Çimkî soz da ye min ku vegere. Heval Şoreş tovê azadiyê bû, bi bedewî û dilpiçûkiya xwe li her derê şîn dibû. Min ew di dawiya 2013an de nas kir. Hevalekî pir balkêş bû. Cara duduyan min ew sala 2014an li gundê Ceza dît. Di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe pir kûr kiribû. Fermandarekî pir jîr û fedekar bû. Mirov çiqas behsa heskirina wî ya ji jiyana azad, girêdana bi welat ve û welaparêziya wî bike têrê nake. Di êrişên çeteyan yên li ser Şingalê yekem Şehîd Şoreş bi gurûpa xwe derbasî wir bûn. Bi mehan korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şingalê de, parast û 120 hezar Êzîdî ji komkujiyê xilas kirin. Piştî wê  derbasî Serê kaniyê bû, li vir şehît ket. Wî 23 salan di tekoşîna azadiyê de cî girt, mînaka herî mezin ya fedakarî û qehremaniyê bû. Şehadeta wî bandoreke mezin li rêxistinê kir. Çimkî ji kadroyên partiyê yên pêşeng bû.”

Sarya Dijwar axaftina xwe wiha qedand: “Berî ku şehîd bibe, bi çend seatan li min geriya bû. Ji dayîka min re gotibû ‘bila Sarya li min biger.’ Ji ber ku her kesî dizanî ez pir jê hes dikim, ji min re nedigotin şehîd ketiye. Di pêvajoyeke zor û zehmet de dewleta Tirkî ya dagîrker li ser rêxixtina me, êrişên xwe yên hovane zêde dikirin. Şehadeta wî Ji bo me windayiyeke pir mezin bû. PKK bi partiya şehîdan tê nasîn. Bi berxwedan û vîna şehîdan derket holê. Ji bo gihandina serkeftinê em carekedin soza xwe nû dikin û emê şopdarên riya wan bin.”

Nasnameya Şehîd wiha ye;

Nav û paşnav: Ilham Gûzeler.

Nanê Tevgerî: Şoreş Xinis

Ciyê jidayîkbûnê: Erzirom

Cî û dîroka şehîdetê: Serê Kaniyê 17.4 . 2014