Folklor, zanista gel e (folk, people – lore, traditions = gel – aded). Her tiştên ku bi gel ve têkildar e wek; çand, wêjeya gel, aded, bawerî, şîn û şahî, muzîk, xwarin-vexwarin û her wekî din, mijara folklore ye. Ji bo peyva folklorê “zargotin” jî tê bikaranîn lê zargotin awayê bêjeyê ye.
Folklor mêjûyê gel e (wek pêşiyên me gotine: “Kevn e pîr e, ji gotinê re bîr e.”) û mêjû jî bi awayekî kolektif hatiye avakirin ji ber vê jî ji bo nasîn û danasîna gel çavkaniya herî girîng e.
Ji ber ku agahiyên nivîskî yên dîrokî an jiyana civakî ya kevn li ser Kurdan li gor gelên din kêm in divê Kurd folklora xwe baş binirxînin û bi awayekî xurt binivîsin. Ji bo ku xwe baştir nas bikin. Civakeke ku folklora xwe baş nas neke, lê xwedî dernekeve û dewlemendtir neke feqîr dimîne. Folklor ne tiştekî ku xelas bûye. Ji mêj ve hatiye û hîn jî zîndî ye.
Kurd xwedî folkloreke gelek dewlemend in. Serdestên Kurdan (bi pirranî bakûr) xwestine bibin xwediyê vê folklorê û gelek berhemên zargotinî kirine malê xwe. Dema meriv li xebatên wan dinere dibîne ku li gundên Kurdistanê geriyane û çîrok, metelok, stran û hwd. berhev kirine û li ser navên xwe weşandine. Ne bes zargotina Kurdan gelek xwarin vexwarinên Kurdan jî wek yên wan bin xwedî lê derdikevin. Ango kesên ji peyva “Kurd” aciz jî hay ji folklora Kurdan heye û dizanin çiqas dewlemend e lê mixabin em hîn jî girîngiya folklorê weke dixwaze tênegihiştine.
Ji bo giringiya folklorê minakek pir baş “Destana Kalavela” ya Fîniyan e. Fînî ji bo vê destanê berhev bikin wek seferberiyekê îlan dikin û bi salan bi awayekî piralî gund bi gund digerin, her ozanê ku vê destanê dizane guhdarî dikin û heman destanê cure/cure didin hev. Ev destan ji bo hişyarbûna hestên neteweyî li Fînlandiyayê gelek girîng e. Mînakek ji Kurdan jî “ Destana Kawa” û Newroz e. Serhildana Kawayê hesinkar û agirê ku Kawa vexistiye hîn jî rêya Kurdan ronî dike.
Di ziman de jî folklor ciyekî esasî digre. Ziman û wêje jî ji folklorê sûd digrin. Ziman û wêjeya ji folklor û civata xwe dûr rijî ne, xav in. Çawa folklor bi awayê kolektif hatiye avakirin, ziman jî bi wî awayî ava bûye. Bi neqişandina ziman jî wêje pêk tê.
Van salên dawî termînolojiya siyaseta Kurdî pêşketî ye û ji aliyekî ve jî xebatên li ser ziman ne hindik in. Lê xeter ev e ku xebat û ferhenga ziman ne di bin kontrola navendeke xwedî gotin de ye. Û Kurdiya hevpar ava nabe.
Teknolojî pêşketiye û pêdivi bi peyv an termên nû jî heye an ji bo xebatên ziman pedivî bi bikaranîna zimanên din jî heye lê ev nayê ve wateyê ku em her tiştên xwe ji nû ve ava bikin. Ji xwe zimanê me zimanekî dewlemend e. Lêkolîn li ser tiştên di bîr û quncikan de maye derxin holê xebateke hêja ye. Ziman, wêje û bi giştî folklor ji civakê re nebe bingehekî hevpar (Girîngî û parastina axê jî ji bîr nebe) netew ava nabe.
Divê êdî Kurd têbigihên ka em tenê ji bo peyva “Kurd” an ji bo xwedîderketina hebûna xwe xwedî têdokoşin. Heke em li xwedîderkatina hebûnê be digerin divê em têkoşîna herî mezin bi xwe re bidin. Em xwe ji vê bişaftinê xelas bikin.
Derwêş M. FERHO