Rojnameya Ronahî

Mezopotamya Arşîv bîra civakê zindî dike

Bi pêşketina cîhana dijîtal êdî jiyan li ser platformên medyaya civakî didome, ji xwarin, vexwarin, gerin, lêgerin, siyaset, aborî, niqaş, perwerde û hwd bi kurtasî jiyan tev êdî li ser platformên dijîtal tê jiyîn.

Bîr û baweriya hemû civakên li ser rûyê cîhanê êdî di medyaya civakî de ye. Ev yek jî rê li ber lêkolîn û rê û rêbazên ku mirov çanda gelan, ziman, bîr û baweriya gelan çawa zîndî bihêle, vedike. Malpera Mezopotamya Arşîv (Mezopotamiya Archive) jî  li ser vê bîr û baweriyê wek malpereke dijîtal a arşîvê tê avakirin.

Malpera Mezopotamya Arşîvê bi armanca daneheva dîmen, wêne û videoyên bi salane ku ji aliyê gel hatine kêşan ve wan dide hev. Ev malpera ku li ser platformên dijîtal dest bi weşana xwe kirî dîmen û wêneyên ku li ser erdnigariya Mezopotamyayê hatî kêşan tên parvekirin.

Bi kurdî û ingilîzî

Malpera ku bi kurdî û ingilîzî parvekirinên xwe dike têkildarî mijarê xebatkarên Mezoptamya Arşîv wiha dibêje: “Her miletek bi rabirdûya xwe heye. Em wek Mesopotamia Archive li dû wê rabirdûyê ne ku her dem hatiye veşartin û jibîrkirin. Em bi gotina ‘Tiştê tê jibîrkirin, tê dubarekirin’ esas digirin û armanca me ew e ku êdî arşîva Mezopotamyayê ya bi rêk û pêk hatiye tomarkirin hebe. Em dê li ser malpera xwe û hesabên medyaya civakî yên wekî YouTube, Twitter, Facebook, Instagram û Pinterestê dîmen û wêneyên ji arşîva kûr a Mezopotamyayê parve bikin. “

Her kes dikare dîmen û wêneyan bişîne

Malper ji bo daneheva berhem, dîmen û wêneyên di destê gel de heyî bangê dike û vê tiştê dibêje: “Em ji raya giştî dixwazin ku dîmen û wêneyên ku wek arşîv li cem xwe tomar kirine bi me ra parve bikin. Mesopotamia Archive dê dîmen û wêneyan bi awayekî profesyonel biparêze û bi rêk û pêk li ser navê wan kesên şandî parve bike.”

Xwebûn