Rojnameya Ronahî

Çîrokên zaroktiya xwe niha ew bixwe dibêjin

Lîstikvanên Teatra Sarya Baran ku di binê banê Hîlala Zêrîn de xebata xwe didomînin, çîrokan di stûdyoyên xwe de amade dikin û digihînin temaşevanan. Herwiha hewl didin çanda çîrokan bidomînin.

Teatra Sarya Baran ku koma şanoyê ya yekê ya jinan li Rojava ye, sala 2018’an dest bi xebata xwe kir. Teatra Sarya Baran di binê banê Hîlala Zêrîn de xebata xwe didomîne. Niha jî bi Jin TV re projeyeke hevpar çêkiriye û dest bi bernameya “Hebû Tinebû” kiriye.

Teatra Sarya Baran sala 2018’an dest bi xebata xwe kir û heta niha gelek lîstik çêkirine. Teatra Sarya Baran di Adara 2020’an de ji ber vîrûsa koronayê hatibû girtin lê projeyeke çîrokan çêkir, da xwendekarên wê di perwerdeyê de li paş nemînin. Pişt re ev proje bi Jin TV re derxist ser ekranan.

Şevîn Xelîl û Barae Hesen xebata xwe û projeya Hebû Tinebû nirxand.

Şevîn Xelîl di 13 saliya xwe de li Navenda Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn tev li xebatê bûye û di sala 2018’an de bi avabûna Teatra Sarya Baran re di gelek lîstikan de dest bi lîstikvaniyê kiriye.

Şevîn Xelîl diyar kir ku bi belavbûna koronayê re xebata wan rawestiyane û wiha got: “Piştî belavbûna vîrûsa koronayê li herêmê, me karê xwe yê li ser înternetê domand. Me çîrokên xwe tomar kirin da ku xwendekar ji lêkolînan li paş nemînin. Pişt re me bi Jin TV re hevkarî kir û dest bi kêşandinê kir.”

Şevîn Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Em vê xebatê di warê parastina zimanê dayîkê û parastina çand û kevneşopên gel de girîng dibînin. Em dizanin ku çîrok û çîvanok dîroka gelan vedibêjin. Gelek êrişên bi armanca tinekirina çanda me hene û em dixwazin bersivê bidin wan. Em armanc dikin ku vê çandê biparêzin û bi xebata xwe ya Hebû Tinebû pirtir xwe bigihînin temaşevanan.”

Lîstikvana Teatra Sarya Baran Şevîn Xelîl got, projeya Hebû Tinebû wê salekê dirêj bike û ev agahî dan: “Çîrokên ku em vedibêjin, çîrokên naskirî ne. Em van çîrokên ku em ji dayîk û dapîrên xwe hîn dibin, pêşkêşî temaşevanan dikin.”

Şevîn Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Dema ez zarok bûm, bi çîrokên diya xwe, mezin bûm. Lê di vê demê de dîtina wê ne hêsan e û bi pêşketina teknolojiyê re gel ji çanda xwe dûr dikeve. Dayîk û dapîra min çîrokên ku ez û hevalên xwe niha vedibêjin, ji me re vedigotin. Cudahiya di navbera şêwaza wan û niha de, vegotin e û şêwaza ku niha em dibêjin pir zelal e.”

Şevîn di dawiyê de bang li ciwanan kir ku li çand û dîroka xwe xwedî derkevin.

Lîstikvana Teatra Sarya Baran Barae Hesen jî li ser karê xwe ev agahî dan: “3 sal in ez li Teatra Sarya Baran im. Projeya Hebû Tinebû armanc dike ku çand û zimanê kurdî mayînde bike. Wek hunermend divê em bibin bersiva êrişên asîmîlasyonê yên ji bo tinekirina çand û zimanê kurdî. Em vê yekê bi projeyên xwe dikin.”

Berae Hesen diyar kir ku gelek çîrokên hatine vegotin rûdanên demên berê ne û wiha got: “Hûrî, Med û şaristaniyên din yên Kurdan, hemû bi çîrokên xwe heta roja îro hatine. Çîrokên ku em hewl didin vebêjin, bi rastî jî ji wê serdemê ne. Dê û bavên me van çîrokên li ser dîrok û serpêhatiyên gelê Kurd ji me re vegotin. Bê wan çîrokan wê dîroka gelê Kurd tine bibûya.”

Barae Hesen got, em deqan li rûyên xwe çêdikin. Em cilên herêmî li xwe dikin. Em madeyên ku berê dihatin bikaranîn, find, çirayên gazê bi kar tînin. Û di vê yekê de, em bi rastî hewl didin tiştên ku berê qewimîne, ji raya giştî re vebêjin. Em armanc dikin ku çanda xwe ku di navbera serdema nûjen de bi nemanê re rûbirû mane, bi dîtbariyê zindî bimînin û di hişê gel de zindî bimînin.”

Barae Hesen da zanîn ku her çîrokek xwedî hesteke cuda ye û wiha dewam kir: “Her çîrok bi rastî jî bi xwe roleke perwerdekar dilîze. Bi çîrokê re aso û perspektîfên zarokên mezin dibin, bêhtir zindî û dînamîk dibin.”

Di dawiyê de Berae Hesen bang li ciwan û mezinan kir ku bi xwedîlêkirina li çanda xwe çîrokan zindî bihêlin.

“Hebû Tinebû” her êvara Sêşemê saet 18:45’an li ser ekranên Jin TV tê nîşandan.

ANHA