Derwêş M. Ferho
Di nava saziyên Kurdî de PENa KURD jî ciyekî giring digre. Di vê nivîsê de mijara ew e.
Di salên destpêka 1980[1] de komek nivîskar/rewşenbîrên Kurd li dervayê welêt dest bi xebata avakirina PENa KURD dikin. Tê bîra min, xebata avakirinê jî bi gelek munaqeşe dibuhurt. Di 1988 de wek endam ji aliyê Civîna Giştî ya PENa Navneteweyî tê pejirandin. “Di 1990 de prosedûra avabûnê di fermiyetê de temam dibe.
Destûra PENa KURD di çarçeweya destûra PENa Nevneteweyî (1921) de hatiye amadekirin. Azadiya ramanê, wek pirekê di navbera nivîskar, rojnamevan, hunermend û wêje de di qada neteweyî û navneteweyî de xebatê dike. Di sed welatî de 149 şaxên PENa Navneteweyî hene. PENa KURD jî yak ji wan e.
PENa Navneteweyî bi saya pêkanîna Komisyona Nivîskarên di Girtîgehan de, gelek caran çalakiyên hêja dike. Dijî qedexekirina ramanê, sensûrkirina wêjeyê, astengiyên internetê, xebata rojnamevanan û hunermendan dixebite. Ev xebat tesîrê li ser raya giştî, biryarên hikûmetan, dezgehên di heman mijaran de kar dikin dike.
PENa KURD li ser wî esasî gelek caran xebatên gelekî baş, bi tesîr û encam kirine. Di hin civînên PENa Navneteweyî de raporên balkêş dan û bala temamiya saziyê kişand ser astengiyên hunermend, nivîskar, rojnamevan, rewşenbîrên Kurdistan ku di rewşa şerr de ne.
Lê gelo ev xebat têr dike û bes e? Li gor nêrîna min na. Berdewamiya xebata bi firazeke xwedî berhem kêmasiyeke e. Bê goman, di rewşa Kurd tê de meriv çiqasî kar bike têr nake. Lê dema kêmasî û qelsî xuya dikin, divê em li firaze û awayê xebata xwe binêrin. Di destûra me de çi hedef hene û çi pêk tê?
Berhemên hunerî, wêjeyî, folklorîk, bi siyaseteke nîjadparêz asteng dibin, xwediyên wan bi her awayî di bin zor û zilma nîjadparêzên rejîmên cuda de ne. Nivîskar, rojnamevan, hunermend û rewşenbîrên Kurd ne bes li welatê xwe, lê herweha li welatên xerîbiyê jî di bin tehdîd û astengiyan de ne. Biqasî misqalekê azadiya ramanê, ne di wêje, ne di çapemeniyê de, ne di huner de û ne jî di jiyana rojane de ji wan re heye. Ji nebûna derfetên aborî nale-nale wan e. Sensur bûye siyaseta rejîmên welatên Kurd lê dîl. Zimanê Kurdî li Bakur/Turkiyê, Rojhilat/Îran di bin xetereke mezin de ye.
Gelo, di çerçeweya destûra xwe de PENa KURD bi çi awayî hember neheqî, zordarî, çewisandinan bertek dide? Navenda PENa Navneteweyî çawa ji bo vê yekê dike nav kar û xebatê? Bi çend şaxên PENên din yên welatên cuda re di nav têkiliyan de ye û çiqasî dikare wan ji bo vê zor û zilma li ser endam yan ne endamên xwe aktîf bike? Çi peywendî bi PENa Turk, Îranê, Iraqê û Suriyê (eger ew wek PENê li welêt nebin jî li derva wek komên nivîskar yan rojnamevan hene) danîne? Bertekên van şaxên Turk, Îranî yan Ereb çawa dinirxîne, li hember wan çawa tev digere? Sersarî, nîjadparêzî û hevkariya wan bi rayedarên dewletên wan re di nav PENa Navneteweyî de heşkere dike?
Nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ne bes li welêt, li dervayê welêt jî bi her awayî têne tehdîdkirin. PENa Kurd bi çi awayî bertek dide? Daxuyaniyeke Kurdî di çapemeniya Kurdî de yan li ser facebookê têr dike? Yan di nav hemû şaxên PENa Navneteweyî de (yên Turk, Îranî û Ereb jî tê de) bi dosye, agahdarî û peywendiyên cuda çalak e?
Têkiliyên Kurdan bi rêya komeke WhatsAppê baş û pêdivî ye. Lê gerek e ne bes pesindayin, gotinên şîrîn, gul û dil ji hev re werin şandin. Di çarçeweya destûra PENê de xebateke hê xurttir, bi berhem û darîçav divê.






