Ahmet Aktaş
Di çapemeniyê de, gelek hêz û gelek kes pesindariya Şingalê û Êzîdxanê dikin. Her wiha xwedêgiravî, him giringiya rola wê xaka pîroz him rola olê Êzdîtiyê, di dîroka kurdan de çendîn bi watê û bi rûmete didin nîşandan. Lê parastin û xwediderketin a wê xakê, wê olê û nexasim wî gelê me yê heta nuha parastin û xwediderketina wî cih û warê pîroz dikin, bi layiqî tê kirin an na?
Ma ne hîn doh bû, bi destê DAIŞ’ê fermana qirkirina gelê me yê Êzîdî pêkhat? Hîn birînê wê fermana xedar, tam nehatiye dermankirin, nuha wan hêzên Bexdayê û Erbîlê, bi koordinasyona Ankarayê ve ku hevparên wê fermanê ne, dixwazin bi PEYMANA(fermana)ŞINGALÊ ya 9’ê Cotmeha 2020’î, wê qirkirina DAIŞ’ê ya nîvçe mabû temam bikin!
Li ser vê fermanê çend caran êrîş birin ser Şingalê û xwe ceribandin. Lê gelê me, li gel hêzên xwe yên Asayişê, YBŞ û YJŞ’ê cih girtin û sê heyv derbas bû ku xweragiriya xwe didomîne. Bi vê hilwest û berteka bi rûmet a gelê me û tevgêra wan, êrîşên Bexda û Erbîlê bi serneket.
Li ser vêna Ankara, xwe gelek hêrs kir û bi tundî çû ser Bexda û Erbîlê, da ku wê fermanê cêbecê bikin. Lê dîsa nemeşiya. Li ser xetimandina vê plana qirkirinê, artêşa Ankara yekser êrîş ajot ser GARÊ. Weke tê zanîn li vira şikestinek mezin xwar, ji aliyê gerilla ve.
Demek çêbû ku rêveberiya Ankara ti rêyên din ên êrîşê nedît, dîsa li “Fermana Şingalêe” vegeriya û Bexda tengav kir. Dixwaze xwe ji bin wê bêmoraliya binkeftina GARÊ hinekî rizgar bike! Lewma Kazimî yê Bexdayê, hewldide careke din êrîşî Şingalê bike û ji bo “serîdanînê/serêtewandinê”, 1’ê Nîsanê destnîşan kiriye. Ev roj jî, ne jixweber e, roja ku gerillayên HPG’ê, karê xwe yê piştgriyê temam kiribûn û ji Şingalê xatir xwestibûn!
Li himber van gef û tehdîdên rêveberiya Bexda û Erbîlê, Meclîsa Xweseriya Demokratiya Şingalê(MXDŞ) dibêje, “her serîdanîn nîne berxwedan heye, em ji diyalogê re hene, lê eger hûn bi zora çekdarî werin ser me em ê, parastina xwe ya rewa bikin”.
Her wiha ji xwe di makezagano Iraqê de, “mafê xweseriyê û parastina rewa” heye. Lê guvaşa Ankara yekser heye û her wiha dibe ku dîsa destûra navdewletî jî standibe!
Îcar daxwaza hêzên qirkerên zalim û daxwaza hêzên azadîxwaz û aştîxwaz li ber çava ye.
Gelê me yê Êzîdî, weke her gelên cîhanê mafê xwe yê rewa yê jiyanek azad dixwaze. Êrîşî ser ti gelî nake, mal û milkê ti kesî talan û wêran nake, bi tenê doza parastina xak û olê xwe yê pîroz dike. Dixwaze sîstema xwe ya xweser a demokratî ku ev çend sal in ava kiri ye û birêve dibe, li goreyî zagonên navneteweyî û Iraqê bibe xwedî statuyek fermî.
Ev doz û daxwaz, bi bengehîn a hemû gelê Kurdistanê ye. Êdî divê kes xwe nede ti alî, yekser xwe bide ser rêya rast û dirûst, li gel daxwaz û miraz û têkoşîna rewa û mafdar a gelê me yê Şingalê-Êzîdxanê cih bigre. Êdî derfet û hunerê kê çiqas hebe, ne hinekî, divê hemûyî bê dudilî bide xebitandin, di vê rê û rêbaza pîroz de.
Weke nûnerê siyasî yê gelê mê yê Êzîdxanê MXDŞ’ê dibêje; raste îradeya gelê me, ji tehdîd û gefên M.Kazimî û R.Erdogan mezintir e!
Divê herkesên kurd û Kurdistanî, li statuya xweser a ŞINGALÊ xwedî derkevin, bi parêzin û mezintir û geştir bikin!






