Zekî Bedran
Çawa ku dibêjin “kurmê şîrî heta pîrî”, hişmendiya desthilat û dîktatoran jî nayê guhertin. Mînaka vê ya herî berbiçav jî niha li Sûriyê dibe. Sûriye di binê desthilatiya Beesê de diroxe. Ka Sûriyê çiqas roxiyaye hesabkirina wê pir zehmet e. Bi serhezaran mirov mirin. Beşek ji walatiyê wê ji ciyê xwe koç kirin. Bi milyonan ji welat derketin. Sûriye niha bûye sê parçe. Li bakur-rojhilatê Sûriyê li ser bingehekî demokratîk rêveberiyeke xweser hat avakirin. Li herêmên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Idlibê jî dagîrkeriya tirkî heye. Ya mayî jî rejima Beesê di destê xwe de digire.
Li Sûriyê tengezariyeke giran ya aborî heye. Lîreyê Sûriyê qîmetê xwe winda kiriye. Gel rojbiroj xizantir dibe. Êdî nikare pêdiviyên xwe yên bingehî pêk bîne. Rejima Beesê jî bi alîkariya hêzên derve yên weke Rûsya û Îranê li ser piyan dimîne. Ji bo dawîanîna parçebûn, ambargoya aborî û xizaniyê, divê di serî de rewşeke aram hebe. Lê Rejima Beesê dewletê pîroz dike û dewletperestiyê dike. Derdê wan ew e ku li ser desthilatdariyê bimînin. Ku ji bo wê pêwîst be wê gel jî feda bikin. Mînak bakur-rojhilatê Sûriyê bi israr yekbûna Sûriyê diparêze. Ji bo wê dixwaze projeya Sûriyeye demokratîk ji aliyê rejimê ve jî were qebûlkirin. Rêveberên li Şamê dikarin vê ji bo xwe firset bibînin bi hêzên alîgirên yekbûna Sûriyê re li hev bikin, destwerdana hêzên derve sînordar bikin û welatê xwe bi ser hev ve bidin. Û ji ya herî girîng dikarin nîşan bidin ku jiyana mirovan di ser her tiştî re ye. Li şûna ku welat evqas wêran bibe û derfetên xwe ji bo şer bi kar bînin, dikarin ji bo saxkirina birînên welat bi kar bînin.
Yên li Şamê rûdinin Sûriyê qada desthilatiya xwe ya ebedî û milkê xwe dibînin. Yên li dû wan neçin çi tê serê wan ne girîng e. Her rengê provokasyonan, şerê psîkolojîk û ambargoya ser gelê xwe rewa dibînin.
Efrîn hat dagîrkirin. Bi serhezaran mirov koçî deverên weke Şehba û Helebê bûn. Rejima Beesê, ji bo ku yên li Şehba bi cî bûyîn -ku hinekî xwe bi rê ve dibin û stûyê xwe ji rejimê re xwar nakin-, ceza dike. Heman tiştê li hemberî gelê li bakur-rojhilatê Sûriyê jî dike. Rejim, ji malê ji aliyê wê derbasî bakur-rojhilatê Sûriyê dibe bacê distîne û dibe sedema bihabûnê. Kengê dixwaze ketin û derketina van herêman asteng dike. Nahêle nexweş biçin Heleb û Şamê. Welatê bûyî parçe ew jî dike çînî çînî. Hin kesên ji xwe re dibêjn em mûarede ne, dixwazin li Şamê konferansekê li dar bixin. Li gorî rejimê wê Sûriye tev xwe bêdeng bike, sirf wê rayedar biaxivin. Wê gel tev bêrêxistin bimîne, wê Bees tenê xwe bi rêxistin bike. Li Sûriyê rewşenbîr, demokrasîxwaz, jinên tînê azadiyê ne mecbûr in stûyê xwe ji vê rejima Beesê ya kevneperest re stûyê xwe xwar bikin. Ev ne qeder e û ne emrê Xwedê ye.
Dewleta tirkî xwe amade dike ku herêmên dagîr kirîn bi ser welatê xwe ve bike. Walî û qaymeqamên xwe bi cî dike. Pereyên xwe dixe bazarê. Perwerdeya bi zimanê tirkî disepîne. Fakûlte û Zanîngehên bi zimanê tirkî vedike. Li Efrînê perwerdeya bi kurdî qedexe dike. Beesî jî kurdî qebûl nakin. Qebûl nakin ku Arûrî jî bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Bi sîstemeke neteweya demokratîk ku ti kes stûyê xwe li hemberî ti kesî xwar neke, ti kes ji ti kesî netirse, her kes bi keda destê xwe bijî, enceq ji bo gelên sûriyê yekîtî û aştî were. Heman tişt ji bo tevayiya Rojhilata Navî jî derbas dibe. Hişmendiyên kevneperset û hişmendiyên dînî yên hişk, miliyetgirî, navendîtiya hişk û hişmendiya rêveberiya otorîter, îro ji bo Rojhilata Navî belaya herî mezin in. Yên ku ji şer û destwerdana hêzên biyanî re dibin zemîn, ev hişmendiyên me behsa wan kirî û hişmendiyên xwe dispêrên wan in. Hêzên demokrasiyê yên Sûriyê, rewşenbîr, yên diperçiqin û jin neçar in ji rejima Beesê ya riziyayî û taybetiya wê ya zordestiyê diafirîne re bêjin bes e.






