Faruk Sakik
Li cîhanê di dîrokê de gelek lehengên navdar hene. Wan lehengan di demên zor û zahmet de, pêşengiya civaka xwe kirine.Li Kurdistan jî, di her demê de lehengên mezin derketin ser dika têkoşînê.Di pêvajoyên ku êdî hêvî nema bûn de, hin leheng, ew rewşa ku ber bi jêr ve diçû berevajî kirine û dawî li wê rewşa metirsîdar anîne.Lehengiyê ne bi tenê di warê leşkerî de, di heman demê de di hemû warên jiyanê de jî xwe da der.
Lehengên têkoşîna doza Kurdistanê di her serdemê de, bi rêbazên cur be cur hem hebûna xwe û hem jî şerên xwe meşandin.Ji wê rojê heya îro, li dijî zilmê weke leheng ji bo pêşketina mirovahiyê bi rola xwe rabûne.
Sal 1924… Piştî ku ji pêşengê rêxistina Azadiyê Xalit Begê Cibirî û Yusuf Zîya dîl hatin girtin. Di demeke waha aloz de, lehengek bi navê Şêx Saîd derket qada berxwedanê..
Sal 1928… Dema li çiyayê Agirî serhildan destpêkir, komeleya Xoybûn lehengekî bi navê Îhsan Nûrî Paşa şandibû Agirî. Dema ku gihîşt Agirî, pêşengiya serhildanê kir.
Sal 1982… Li zindana Amadê dema politîkayên dewletê yên tinekirinê gihan asta herî bilind, lehengekî bi navê Mazlûm Dogan xwe erkdar kir û destwerda pêvajoyê; Êdî ‘ Berxwedan Jiyan bû’..
Sal 1984… Dema PKK’ê xwest li dijî dagirkeran dest bi şer bike, di civîna Lolanê de, lehengê bi navê Mahsûm Korkmaz hat erkdarkirin. Egîd weke lehengê 15’ê Tebaxê derbasî rûpelên dîrokê bû.
Sal 2014… Li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke dîrokî dihat kirin û di demeke waha de, tevahiya cîhanê navê lehengekê bihîst, ew jî Arîn Mîrkan bû…
Sal 2015… Li bakûrê Kurdistan rêveberiyên xweser hat ragihandin, me li kolanên Cizîrê dengê Mehmet Tûnc bihîst; ‘Emê ti carî çogan daneynin’.
Sal 2016… Li Amedê, di berxwedana 10 mehên taxa Sûrê de, me bi navê Çiyager, lehengek naskir. Çiyager bi qehremanî şer kir û darbeyên mezin li artêşa Tirk a dagirker da. ‘Êdî her tişt mukemel bû’.
Gelek kes li pey şopa wan lehengên pêşeng meşiyan. Her lehengek yek bi yek mezin bû û êdî lehengiyê di asta artêşek e mezin de, xwe da der..
Îro jî her gerîllayek û şervanekî kurd weke lehengekî li pey pêkanîna hêvî û armancên gelê kurd ê ‘Kurdistanek e azad’ ketine. Êdî hemû qad bûne lehengeh.Lêhengiya wan tirs û sawîr di nava dilê dijmin de afirandiye. Ji bo ku van lehengan ji holêrakin, serî li hemû rêbazên şer didan.
Gelek leheng di encama êrişên wan de şehîd ketin; Zîlan, Berîtan, Zekî Şengalî, Delal, Çîçek, Serhed Varto, Azê, Sara, Apê Hus, Esmer, Diyar Xerib, Leyla Agirî, Qasim Engîn, hin ji wan lehengan bûn.
Dîsa di dîroka Kurdistanê de, gelek şervan û dildarên azadiyê jî weke lehengên bênav; bi têkoşîn, berxwedan û trajediyeke mezin, di bîra civakê de, cihê xwe girtin.
Hejmara lehengên Kurdistanî yên ku radestî dagirkeran nebûn, bê sînor e. Bi salan li lûtkeyên çiyayan, şer kirin û şehîd bûn…
Îro li Kurdistanê berxwedan hê jî bi lewendiyek e mezin didome, bi mîlyonan kes bi saya van lehengên ku şehîd bûne, daxwaza azadiyê dikin.De werin li mînaka herî nêz binerin; Newroza sala 2021’an û peyamên ku ji qadan bilind bûn.Qadên Newrozê îro bi fermana azadiyê ya wan lehengan, tên dagirtin..Gelê Kurdistanê xwedî li mîrasa wan ya Kurdistanek e azad, derdikevin.
Îro jî lehengên ku li ser şopa wan lehengên şehîd dimeşin, bi lehengê herî mezin ‘Gelê kurd’ re, ji bo hêviyên wan pêkbînin, têdikoşin.






