Binefş sarya
Bi avabûna pergala baviksalarî re, xwezaya yekem û diwem ji hev qut bûn, heya em dikarin bêjin bi demêre bune du hebûnên dijiberî hevdû. Pergala mêr-dewletê çiqas bi pêş de çû, nirxê civaka xwezayî jî ew çend lewaz û bê qîmet bû. Di serdema dewletan de qîmeta jin-dayîka civakê her ku çû tune bû. Di roja meya îro de di bin navên cihê reng de, jin yan tên kuştin, an jî neçarî xwe kuştinê têne kirin. Dema em peyva heskirinê bigirin dest û bi çavek rast lê binerin, heskirin hebûnek hestiyar ya di navbera mirov û xwezayê de ye. Kesek dikare bibe evîndarê welat, ax, gul, avê, çiya, an jî bîrdoziyekî û her wkd. Ya girîng ew ku mirov bizanibe rast hez bike û wê heskirinê bi nirx bike û mezin bike. Lê mixabin di roja mede navê heskirinê yê din jî bûye mirin, an jî kuştin û xwe kuştin.
Devera ku jin lê were kuştin, an jî cureyên din yên şîdet li ser were meşandin, ne gengaze ku li wir mirov bikaribe behsa hebûna jiyan, ehlaq an jî evîdariyê bike. Gelek kesên ku xwe weke parêzvanên jiyan an jî ehlaq dibînin û li gelek deveran bi gotinên gorover behsa evîn û evîndariyê dikin, lê mixabin di rastiya jiyanê de tu eleqeya wan bi bedewiya evînê re tuneye. Kesên ku bedena jinê weke namûsê dibînin, bê guman ew kesana yên herî zêde dibin qatîlê jinan-jiyanê û bê ehlaqiya herî mezin ew didin jiyan kirin. Di van salên dawiyê de reyîsê dewleta tirkan ku heroj derdikeve behsa edalet û mafê jiyanê dike, lê em baş dizanin yê herî zêde dijimintiya jinan û civakê dike ew kese. Ji boyî bikaribin qatîlê jinan bi awayek serbest berdin nava civakê, herî dawî ku bi keda jinan ya salan hevpayimana Îstembolê hatibû erêkirin ji milê reyîsê dewleta tirk ve hate betalkirin. Ev jî vê dide diyar kirin ku bi destê dewletan kuştina jinan li her deverê tê fermîkirin û ji mêrên di hişmendiya dewletê de jî meydan têne valakirin û jiyan jinan radestî qatîlên wan tên kirin.
Li beran berî vê rewşa heyî, lazime hemû jin baldaribin û bibin hêzekî bingehîn ya hevgirtinê. Ger jin bibin yek hêz wê tu mêr-dewlet nikaribin vîna jinan tune bikin. ya girîng ew ku jin bixwe bawerî bi hêza xwe bînin. Bi gotinên xapînok yên mîna ez ji te hezdikim, tu evîna minî, an jî peyva ku herî zêde bi awayên derewîn tên bikar anîn ku ji jinan re dibêjin tu gula minî. Gelo mêrên ku jinan dişbînin gulan? di çi hişmendiyê dene? an jî difirkirin ku wê gulê çawa ji koka wê qutikin û di nava destê xwe de wê birizînin. Ji ber wê lazime jin li beran berî van peyvên xapînok hişyaribin û li dijî hişmendiya biçûkxistina jina têkoşînê bilind bikin.






