Nivîskar û ronakbîrê Kurd Keremê Seyad li Ermenistanê jiyana xwe ji dest da.
Keremê Seyad di 82 saliya xwe de koça dawî kir û wê roja Sêşemê li gundê Hakko yê Talînê were veşartin.
Keremê Seyad sala 1938’an li gundê Hakko yê Talînê ji dayîk bûye û li Êrîvanê zanîngeh xwendiye. Keremê Seyad sala 1960’an di Radyoya Kurdî ya Êrîvanê de dest bi xebatê kir û pişt re jî bû dîrektorê radyoyê.
Seyad heta sala 2017’an li Radyoya Kurdî ya Êrîvanê xebitî û pişt re jî di rojnameya Riya Teze de dixebitî.
ANF






