Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameyên 8 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî êrişên dagîrkeriyê de şehîd bûyîn, eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameyên 8 şervanên xwe yên 23’yê Adarê li Eyn Îsa di berxwedanê de şehîd bûyîn ragihandin.
Di daxuyaniya QSD’ê de hat gotin, “Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan dan û di encamê de şerê dijwar bi çeteyên dewleta tirkî re derket.”
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan bi lehengî şer kirine û 8 şervan bi lehengî şehîd bûne.
QSD’ê herwiha soza şopandina riya şehîdan heta tinekirina dagîrkeriyê û bidestxistina serketinê da.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Navê şoreşgerî: Herekol. Nav û paşnav: Kemal Bozan Elî. Navê dayîkê: Nehîde Ebdo. Navê bav: Bozan.
Navê şoreşgerî: Serxwebûn Kobanê. Nav û paşnav: Mihemed Bozo. Navê dayîkê: Nêroz. Navê bav: Daban.
Navê şoregerî: Mezlûm Kobanê. Nav û paşnav; Ehmed Şêx Nebî MIhemed. Navê dayîkê: Zarîfe. Navê bav: Şêx Nebî.
Navê şoreşgerî: Egîd Metîn. Nav û paşnav: Îbrahîm Mistefa Muslim. Navê dayîkê: Ferîde Elî. Navê bav: Mistefa
Navê şoreşgerî: Dilbar Kobanê. Nav û paşnav: Fadil Mistefa Tarbûş. Navê dayîkê: Emîne. Navê bav: Mistefa
Navê şoreşgerî: Omer Xerxorî. Nav û paşnav: Omer Hêder Îsmaîl. Navê dayikê: Sara. Navê bav: Hêder
Navê şoreşgerî: Şoreş Qeremox. Nav û paşnav: Mihemed Mistefa Îsa. Navê dayîkê: Sadîqe. Navê bav: Mistefa
Navê şoreşgerî: Rojhat Çewlîk. Nav û paşnav: Ehmed Yilmaz. Navê dayîkê: Eyşe. Navê bav: Mihemed






