Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê bang li ENKS û PYNK’ê kir ku li diyalogan vegerin û got, mijara “Pêşmergeyan” berê hatiye diyarkirin ku divê li gorî Peymana Dihokê were çareserkirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdê li ser diyaloga di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji ANHA re axivî.
Ebdî diyar kir ku bi helwesta xwe ya piştgiriya diyaloga ENKS- PYNK’ê ve girêdayî ne û wiha got: “Danstandina di navbera PYNK û ENKSê de ji bo yekkirina xîtab û helwestê ye. Em û emerîkiyên dost em hê bi helwesta xwe ve girêdayî ne û em yekîtiya kurdî mijareke stratejîk dibînin.”
‘MIJARA PÊŞMERGEYAN BERÊ HATIYE DIYARKIRIN’
Têkildarî mijara leşkerî de Mezlûm Ebdê wiha got: “Mijara ku her du alî di ragihandinê hev sûcdar dikin astmosfêreke neyînş afirand, bi taybetî mijara leşkerî û pêşmergeyan ku berê hatiye diyarkirin û her çareseriya ji bo vê mijarê wê di çarçoveya Peymana Dihokê de be.”
BANGA VEGERA LI DIYALOGAN
Fermandarê Giştî yê QSD’ê bang li her du aliyan (PYNK û ENKS) kir ku li diyalogan vegerin û wiha axaftina xwe wiha domand: “Ji bo pêkanîna hêvî û daxwaziyên gelê Kurd û gelên Sûriyê bi giştî em bang li birayên xwe yên di Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî û birayên xwe yên di Encûmena Niştimanî ya Kurdş li Sûriyê de dikin ku bi ruhê berpirsyartiyê tev bigerin, li masyê diyalogan vegerin da ku nîqaşên li ser xalên binakok ne bi riya ragihandinê bikin.”
Mezlûm Ebdê herwiha diyar kir ku diyaloga kurdî beşek ji pêvajoya berfireh ya têkildarî Sûriyê ye.
ANHA






