Kesên nenas dermanfiroşek di hindurê dermanxaneya wî de kuştin û welatiyekî sîvîl li bajarokê Zîban kuştin. Kesên nenas herwiha welatiyekş sîvîl û hemsera wî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê birînadar kirin.
Kesên nenas ku li motorsiklêtekê siwar bûn dermanfiroş Etiyê Elî El-Fecrî di dermanxaneya wî ya li nêzî Kevana Siwêdan y rojhilatê Dêrazorê de kuştin. Piştî kuştinê reviyan gotinên weke “Dewleta Islamî wê bimîne” digotin.
Hat zanîn ku dermanfiroş Etiyê ji êla El-Şiwêt ya li gundê Ebû Herdûb e. Kesên nenas herwiha ku li motorsikletekê siwar bûn, ciwanê bi navê Ebûd Mihehmed El-Yûsif ku ji gundê El-Hemdan koçber bûye, bi gulebaranê kuştin.
Ji aliyekî din ve, roja Şemiyê kesên nenas ku li motorsikletekê siwar bûn, li bajarokê Hecîn yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê êrişî welatiyê bi navê Iwêd El-Neîre yê 48 salî kirin.
Herwiha erebeya wî guleberan kirin. Di encamê de Iwêd û hemsera wî bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Ev cara duduyan e ku kesên nenas hewl didin Iwêd bikujin.
ANHA






