Bi hezaran welatiyan, tevî endamên saziyên sîvîl û leşkerî yên kantona Kobanê cenazeyên 7 şervanên QSD’ê yên 26’ê vê mehê di berxwedana Eyn Îsa de şehîd bûyîn
li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.
Di merasima li goristanê de hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, van şehîdan di meha Adarê de destanên qehremantiyê li dijî dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê nivîsîn da ku gelê Kurd ewle û aram bijî û Newrozê pîroz bike.
Bi navê malbateke şehîdan, Şervan Muslim jî got, em hêvî dikin ku malbatên şehîdan ewle û aram bin. Bi saya van şehîdan ti kes nikare dîrokê inkar bike û wê dîrok şehîdan di her serdemê de bîr bixe.”Muslim wiha domand: “Yê ku dixwaze wateya lehengiyê bizanibe, divê ji van şehîdan fêr bibe. Ji ber ku wan xetên hêviyê ber bi aştiyê ve nexşe kirin. Em wek şêniyên Kobanê soz didin şehîdan ku kedên we vala naçin û ji îxanetan re dibêjin ku îxaneta we ji bîr nakin û dê rojek were hûn ê berdêlê bidin.”
Navên şehîdan wiha ne;
Kemal Bozan (Herko), Mihemed Daban Bozo (Serxwebûn Kobanê), Ehmed Şêx Nebî
(Mezlûm Kobanê), Îbrahîm Mistefa Muslim (Egîd), Fadil Mistefa Terbûş (Dilbar Kobanê), Umer Heyder Îsmaîl (Umer Xorxorî), Mihemed Mistefa Îsa (Qeremox), Ehmed Yilmaz (Rojhat Çewlik).
ANHA






