Nivîsa min berî encama hilbijartinê hatiye nivîsandin. Dîse jî, ez bêjim; di hilbijartinê de, serketina Kurdan mecburiyetek e, lê ne encam e. Têkoşîna esasî piştî hilbijartinaê dest pê dike. Di pêvejoya hilbijartinê de, HDP, gel, namzêt, eniya demokratîk û namzêtê serokkomariyê Demîrtaş performansek baş nîşan dan û her dem aştî xwestin. Lewma, her pêşengên Kurd wek Mandêla têne bi navkirin. Mandêla navê aştiyê ye. Ev gotin, ji bo Birêz Ocalan tê bikaranîn. Di vê hibijartinê de, ji bo Demîrtaş jî hate bikaranîn. Mandêlayên Kurd zêde ne: Kurd, li gorî “Beyannameya Gelê Demokratik” ya Birêz Ocalan haraket dikin û aştîxwaz in. Aştiya li Tirkiyê jî ne hêsa ye. Ji ber ku faşîzma li Tirkiyê, kesk-sor nobetê diguherin… Divê faşîzma Tirkî, bi hemû rengên xwe têkbiçe. Ji bo vê jî, “şertê nebê nabe” azadiya Birêz Ocalan û girtiyên azadiyê ye. Kurd, di vê mijarê de bi biryar in: Di 25ê Hezîranê de nobeta li Strasbourgê, bi slogana “Ji Ocalan re azadî”, 6 salan temam dike, dikevê sala 7mîn. Nobeta herî dirêj ya cîhanê ye. Kurd aştîxwaz in, lê nirxên xwe jî diparêzin. Lewma, nobet û hilbijartin dîrekt li dijî komploya navneteweyî, li dijî sîstema Imralî ne. Lewma, serketina di hilbijartinê de, ne encama dawî ye, lê hamleyek e dîrokî ye û wê deriyê demokrasî vekirî bihêle. HDPe, projeya “gelê demokratîk” e, divê xwedî giranî bin û parlamento, di pirsgirêkê de bikin xwedî înîsîyatîf. Ev hilbijartin, ligel vê yekê, defactoya Bakurê Kurdistanê jî misoger kir. Defecto giring e û ev hilbjartin, îradeya gel nîşan da, li hemberî zor û kiryarên faşîzan, kuştin û wêrankirinê, gel îradeya xwe danî holê: Îradeya ge, defacto ye!… Defacto, yanî îradeya gel, erêkirina “Beynanameya Gelê Demokratîk” ya Birêz Ocalan e. Ev beyanname wê li herêmê riya çemê dîrokê biguhere. Divê, encama vê hilbijartinê, Dewleta Tirk mecbur bike ku vegerê Mutabaqata Dolmabahçe. Divê Parlamena Tirkiyê “Beyannameya Gelê Demokratîk” erê bike. Divê şandeya dewletê, di şertên Ocalan de, bi Birêz Ocalanê re li ser maseya aştiyê rûne. Barê Kurdan jî, ya gelê Tirk jî giran e. ji ber ku Erdogan, Tirkiyê kiriye tariyê û di riyeke şaş de derxistiye rê. Ji bo ku, Tirkiyê wegerê mêjiyê “musawat-wekhevi” gelek kar divê. Erdogan, Tirkiye vegerandiye serdema “cehiliyê”… Ev jî bêferhengî ye. Bêferhengî, cehalet û xeşîmî ye. Di dawiya sedsala bîstan û destpêka sedsala bîstûyêkê de, “mêjiyê serdemê” Birêz Ocalan derkete holê. Bi saya mêjiyê sedsalê, Kurd hem ji xeşîma tarî rizgar bûn, hem ji gêjî, tevizandin û erdheja têkçûnê rizgar bûn; hem li dora “lewheyên hevpar” kom bûn. Erdogan xeşîm e, zewatên li dora wî jî yan xeşîm in, yan jî “ehlê filûs”in. Xwestin Tirkiyê wek dewletek kapîtalîst û emperyal nîşan bidin. Dîtinek xwexapandin û pif’dayî bû. “Sahîh”e ku dewleta Tirkkiyê dagirker e, lê ne kapîtalîst e û ne jî emperyal e. Ji bo bibe kapîtalîst, divê xwedî kapîtal be, ji bo bibe emperyalîst divê endustriyel be. Lê her du jî li cem Dewleta Tirk nînin. Bi saya Erdogan, ambarkirina nijadperestî hate kirin. Ev jî tê wateya ambarkirina komên çete û reçeteya paş de vegerê ye, ketina xeşîma tarî ye. Reçeteya Erdogan, red-î diyalektîkê ye û destîniya felaketê ye. Birêz Ocalan, ji bo paşerojên Tirkiyê û Kurdistanê reçeteya diyalektîkê amade kir. Ev reçete giha qonaxa Mutabaqata Dolmabahçe. Her kesî, ev reçete wek ronîkirina paşerojan û vekirina pêşiya Tirkiyê nirxand. Kurdan jî, reçeteya Ocalan qebûl kiriye; li gorî herka dîrokê û formulekirinek diyalektîkê, li dijî destîniya felaketê têkoşînê dikin. Lewma, têkoşînek dijwar li pêşiya Kurdan e.
Medeni FERHO