Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bangewazî

28/03/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd û Dîroka Komara Tirk 7
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Di nivîsa heftiya bûrî de me qala hewldanên rewşenbîr, nivîskar, dilxwaz, ango xemxur û hezkiriyên zimanê Kurdî, ji bû Kurdî li Bakûrê Kurdistanê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kiribû. Ev hewldan hêj didomin û Kurd ji bû zimanê xwe bê veder di nava bizavê de ne. Mixabin şixwilê Kurdan ne hêsaniye. Lê her çi dibe bila bibe, divê Kurd ji ya xwe neyên xwar û fermîbûyîna zimanê xwe û mafê perwerdehiyê yê bi zimanê zigmakî bê veder biparêzin û vê daxwaza xwe li hemî qadan bînin ziman, divê pêlên vê daxwazê hingî roja paştir e mezintir bikin.

 

Mijareke û herweha pirsgirêkeke din ya zimanê Kurdî jê, bi taybetî li bakûrê Kurdistanê û li Ewropa, di nivîsê de yekdest nebûyîna Kurdî ye. Jiber ku em bê dewletin û sazîbûyîn di nava me de nîne, mixabin me heta niha ji nekariye em zimanê xwe di warê nivîsê de yekdest bikin û rêgezên nivîsê bidin rûniştandin. Piştî salên 1990’î li Bakûr gelek kesan rêzimana Kurdî nivîsîn. Lê mixabin ev xebatên henê her takekesî man û xebatek berfireh ya ji bûna zimanê nivîsê bibe yekdest nehat kirin. Her yekê devokê xwe da pêş û got ya min rast e. Lê mixabin di van xebatan de nemir Celadet Alî Bedirxan û xebatên wî ji nedîtî ve hatin û ew bingehê xurt yê wî ji bû zimanê Kurdî danî li ber çavan nehat girtin. Ewî ne tenê bingehê rêzimanê danî, herweha ewî bingehê nivîsê û zimanekî yekdest ji danî ji bo me. Ew xebata wî li ser zimanê Kurdî kirî, tekoşîn û keft û lefta wî ji bû zimanê Kurdî dayî bê goman bê hempa ye. Ew zimanê ku wî di Hawarê de bikar anî, zimanekî yekdest û rûniştiye. Ewî çi devok nedane pêş, wî bi Kurdiyek netewî nivîsiye û pêşkêşî me kiriye. Bila xelet neyê fêmkirin, ne ku ez ked û xebatên ku li ser rêzimanê hatîne kirîn kiçik dibînim, na. Bêgoman ez rêzê ji wan xebatan re digirim. Divê her tim xebat li ser zimên bêne kirin da ku zimanê me pêşve biçe. Lê heke wan kesên ku xebat li ser zimanî kirîn zimanê Hawarê esas bigirtan û li ser temelê Hawarê xebatên xwe bikiribiyan, niha ev pirsgirêkên di nivîsê de ji sedê 90 safî bibûn. Jiber ku zimanê Hawarê him gelekî dewlemende û him ji gelekî bi rêkûpêk e. Zimanekî xwezayî ye û bi hostayî hatiye nivîsandin. Dema mirov dixwîne, mirov dibîne ku zimanê Hawarê zimanekî herikbare û mirov jê têr nabe. Tevî derfetên teng ji ew karekî bêhempa ye. Lê gelo çire em vê xebata hinde giranbiha û bi zehmetî hatî kirin ji nedîtî ve tên û em zimanê xwe li gorî zimanê Hawarê yekdest nakin? Ev tiştekî gelekî girîng e ji bo me. Heke em li ser temelê Hawarê binivîsin, wê pirsgirêkên ne yekdestiya Kurdî bi giranî ji halê rabin û peywendiya di navbera her çar perçên Kurdistanê de ji wê rihettir bê danîn. Jiber ku di zimanê Hawarê de ev li ber çava hatiye girtin. Dema yekî Başûrî ji Hawarê dixwîne fêm dike, yekî Rojhilatî ji, yekî Rojavayî ji û yekî Bakûrî ji. Ev ji bo Kurdan û Kurdî gelekî girîng e. Jiber wê ez bangewaziyê li hemî nivîskar, akademîsyen, weşanxane, çapxane û kesên li ser zimên dixebitin dikim ku li ser vê mijarê bisekinin, xebatek bê kirin û li ser temelê zimanê Hawarê nivîsandina Kurdî bê sererastkirin da ku bibe yekdest. Hêviya min ew e ku ev bangewazî ji nedîtî ve neyê dîtin û herkes rojek zû di vî warî de bikeve di nava bizavê de û Hawarê ji nû ve bixwîne û wî ruhê wê zindî bike. 19.03.2021

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.