Gulîstan Xalid
Gelê kurd çima ewqes bi Newrozê ve girêdayî ye!… em bala xwe bidinê tu cejin, an rojên taybet bi qasî Cejna Newrozê di gelê kurd de kêfxweşî û kelecanekê çênake. Ji biçûkan heya mezinan vê rojê bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Bê guman ev têkiliya xwe bi wateya vê rojê ku xwe di hiş û rihê gelê kurd de neqiş kiriye ve girêdayî ye. Pêşwazîkirina Newrozê bûye mîna çandekê ku îro tevayî gelên Rojhilata Navîn, û bi taybet jî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê xwedî derdikeve.
Ma ji xwe ger ku em çîroka Kawayê Hesinkar û Dehakên xuînmij vekolin, emê bibînin ku rastiya xwedî derketina gelan li Newrozê di roja me ya îro de jî ne ji xwe de ye. Gelê kurd bi Newrozê re mizgîniya azadiyê, mizgîniya bihareke nû, jiyaneke nû dane tevayî gelan. Împeratoriyên wê demê li Rojhilata Navîn hemû civakên heyî dikirin tabîî sistemeke zalim. Ji lewma ger zilim li ser civakekê hebaya, li ser civakên din jî pêk dihat. Hemû civakên heyî li gorî pîvan û daxwazên imperatorkî ku dihate ferzkirin, jiyan dikirin. Çîroka Dehakê xuînxwar her çendî aliyeke wê ya mîtolojîk hebe jî, lê di rastiyê de îfadeya împeratoreke zalim ku hemû ciwanan dikir qurbanê berjewendiyên xwe. Ji lewma dema ku medan serhildan kir û bi wê serhildanê Dehakê xuînmij têk birin, ji bo tevayî civakan bû xelasiyek. Ji lewma ne ecêbe ku tevayî gel li vê rojê xwedî derkevin. Jiber bi vê rojê tevayî civakên di bin siya impertoriya wê demê de ji xwe re weke mizgîniyeke xelasiyê dîtin.
Lê mirovatî ji dema ku sistema desthilatdariya bi serweriya mêr di civakê de pêşketiye, jiyan herdem bûye têkoşîneke bindestan ya li hemberî serdestan. Heya ku ev pirsgirêka serdestiyê di zemînên civakî de bi awayeke cîhanî çareser nebe, ewê ev têkoşîn bi rengê serhildanên gelan her berdewam bike. Têkoşîna gelan ya azadiyê li hemberî Dehakên nûjen, di roja me ya îro de li hemberî împeratoriyên biçûk (sistemên netewdewlet) berdewame. Lê rengê têkoşînê îro bi tevlîbûna jinan ya aktîf zêdetir dewlemend bûye. Gelê kurd çawa ku di Newroza yekê de serhildaneke gelerî di herêmê de pêşxistin, di roja îro de jî ewê ne şaş be ku mirov bêje bi Şoreşa Rojava re û bi pêşengtiya jinan ve jî şoreşeke ya jinan- gelan pêşxist, ji lewma di Bakur û Rojhilatê Sûriye de wateya Newrozê û mizgîniya rojeke nû ji bo tevayî civakên herêmê bûye cihê hêvî û kelecaneke mezin. Çawa ku her Newroz mizgîniya serkeftineke nû ya azadiya gelan li hemberî desthilatdariya rêjîmên zalim bi xwe re aniye, Newrozên di dema şoreşa tevgera azadiyê û şoreşa Rojava de jî bûne xwedî mizgîniya azadiya tevayî civakan, jiber ku êdî Newroz bi rengê jina azad û civaka azad tê pîroz kirin.






