Farûk SAKIK
Agirê Newrozê yê B.Z. di 612’an de ji aliyê Kawayê Hesinkar ve piştî têkbirina Dehakê zalim vêket, bi hezaran sal e her tim wek cejna berxwedanê ya gelê kurd tê pîrozkirin.
Her sal 21 Adarê roja Newrozê wek rojek şahî dihat pîrozkirin. Newroz wê demê şahiyek li dora agir bi reqs û govend bû. Aliyê Newrozê yê serhildanê nedihat zanîn. Bi tenê digotin, di dîrokê de ev roj kurdan dibin pêşengtiya Kawayê Hesinkar de, li dijî zilimkar Dehaq serîhildaye.
Bi Mazlum Dogan re ev pîrozbahî û vateya vê rojê hat guhertin. Mazlûm Dogan li ser vê rojê lêkolînek kûr û bi wate kiribû. Di encama vê lêkolînê de dîtibû ku ew roj destpêka serhildaniye. Kawa ew roj pêngava rizgariya ji bin zilma Dehaq dabû destpê kirin û bi demê re biserketibû.
Dema ku Mazlûm Dogan, dixwest li dijî Dehaqên serdemê serîhilde, li rojek digeriya. Li rojek dîrokî. Salvegerên dîrokî hebûn; mesela, salvegra destpêka serhildanan, avakirina partiya PKK’ê, şahadeta Hakî Karer û hwd. Lê ew vanan hemû es derbas bû. Çima ji van rojan yek nebijart û çima di roja Newrozê de biryar da, îroj baştir tê fahm kirin.
Mazlûm bi çalakiya xwe digot; Heger te biryarek têkoşînê dabe bila Newroz bibe roja destpêka biryara te. Wî jî wisa kir. Li dijî zilm û hovitiya zîndana Amedê, di 21 Adara sala 1982’an de, bi sê darikê kibrîtê, agirê herî gurr yê di dîroka newrozan de pêxist û pêvajoya berxwedanê da destpêkirin.
Ew sal di 18’ê Gulanê de ‘Çaran’ û di 14ê Tîrmehê de jî M.Hayrî Durmuş têkoşîna Mazlûm bi encam kirin.
Ronahiya agirê Mazlûm Dogan ne bitenê zîndan ronî kir di heman demê de qedera Kurdan ya reş jî bi xwe re ronî kir.
Ji wê demê ve kurd her sal bi şîarek Newrozê pîroz dikin. Di Newrozan de gava yekemîn a têkoşîna wê salê tê avêtin. Her sal bi şîarek tê pîroz kirin.
Dewletên dagirker ji bo Newroza ku Mazlûm Dogan vateya wî ya aliyê berxwedan û têkoşînê destnîşan kiriye, bêwate bikin û wek rojek şahiyê nîşan bidin, çî ji dest wan tê pêktînin. Lê dîsa jî bi sernakevin.
Di Newroza sala 2021’an de li pêşiya kurda pêngavek heye; biryara ‘dem dema azadiyê ye’ dane. Berî Newrozê dema ku hên merheleya amadekariyan de bûn, ji her beşên jijyanê û têkoşînê biryarê tevlîbûna vê pêngavê hebû.
Gerîllayên azadiya Kurdistan jî bi serkeftina Garî tevlî vê pêngavê bûbûn û îşaretên xwe yên azadiyê dabûn. Ji çiyayê ku yekem car agirê Newrozê li çiyayê Garê li dijî zilumkar Dehaq ê ku li Nînova bû hatibû pêxistin. Îroj heman agir, ji heman çiyayî-Garê li dijî qesra dehaqek nû Erdogan li Enqerê hatî vexistin.
Di nav civaka kurdan de li dijî dagirkeriyê biryara azadiyê hatibû daîn. Ji her deverî kurd tevlî vê pêngavê bûn û di roja Newrozê de jî gava yekemîn a encam girtinê dane destpêkirin.
Di vê pêngavê de armanca yekem û esasî azadiya Rêber Ocalan bû ku amadekaryên pêngavê, bi Kurdistan sînorkirî neman li gelek deverên cîhanê belav bû. Di newrozê de li cîhanê ji bo dawî anîna tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Apo di Newrozê de gava encam girtinê hat avêtin.
Li zîndanan ev demeke çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin. Ev çalakî her wek amadekariya encam girtinê bû. Lê gava encam girtinê roja Newrozê li zîndanan bi rihê çalakiya Mazlûm Dogan a ‘Berxwedan Jiyane’ destpêkirî.






