Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Careke din NEWROZ pîroz be!

23/03/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Ev bu nivîsa dudan ku ez li ser Cejna Newroza îsal dinivîsînim. Lewma di sernivîsê de min gotina “Careke din” bikaranî.
Ji ber ku di van her du rojên 20 û 21 ê Adarê de, min bala xwe da pîrozbahiyên Newrozan, bandorek giran û bi rûmet li ser min kir. Ez bawer nakim ku ti kesê xwedî ûjdan û hezkirê azadiyê û wekheviyê û xweseriyê, karibe bê bandor bimînne ji vê coşa milyonan a Newroza îsal.
Him pîrozbahiyên welat, him ên derveyî welat, divê mafên wan neyê xwarin. Ew xwedîderketina gelê Kurdistanê, ew coş, ew kelecan, ew qîrîn, ew bang û hema bi giştî ew ruh û ew îradeya derket holê, bi yek gotinê; layiqî vê roja dîrokî, vê cejna gelîrî û netewî û mirovahî bû. Hilbet divê kes qîma xwe bi vêna tenê nîne, divê her were xurtkirin û pêşvexistin.
Gelê Kurdistanê, di şerd û mercên îsal ên pir xeternak de, yên bi taybetî di bin êrîşkarî û tehdîdên dewleta AKP-MHP’ê de, ew ruhê Kawayê Hesinkar û Kawayê Hemdemî Mazlûm Dogan, bi xurtî zîndî kir, ew pira di navbêna wan de ya dîrokê û îro hatibuu ava kirin, bi hêztir kir. Mirov bi hêsanî dikare bibêje, gelee me, cereke din dosteen xwe dilxeş kir û dujminên xwe ruureş kir.
Gelê Kurdistanê, careke din, xwe ji raya giştî cîhan re da çespandin ku xwedanê bingehîn ê vê rojê û vê cejnê ew bi xwe ye û navend jî xaka pîroz Kurdistan bi xwe ye. Her wiha hebûn û xwebûna xwe bi neyarê xwe ve, da sepandin.
Neyarê sereke desthilatiya AKP-MHP’ê, hema hema ti amûr û şêwazên dijî mirovahiyê neman ku li dijî gel û rêber û tevgêra gelê me bi kar ne anî. Herî dawî him bi tecrîda girantirkirî ya li Imrali, him jî bi girtinên mezin û tehdîdên qedexekirina HDP’ê, xwest gel û tevgêra wî bi tirsîne, paşve gav bavêje, lê na xêr, eha di NEWROZÊ de, careke din pir aşkere û zelal hilwest û hest û hêrs û daxwaz û berteka gelê xweragir ê Kurdistanê derket ber çavê raya giştî.
Di vê coş û dilxweşiya bilind a pîrozbahiya Newroza îsal de, li gel berxwedana lehengî ya giştî, divê taybetmendiya ruhê berxwdena germ û teze a serkeftina Garê jî neyê jibîrkirin.
Her wiha, li paytext AMADÊ, axaftvana bahsa nameya Rêber Apo ya NEWROZA 2013’an kir û got “li ser vê dikê ew nameya hêja ya çareseriya pirsgrêka kurdan hat xwendin” û hwd. Bi vê nameyê re û bi wê coşa wê qadê û hemû qadan re, ruhê Mazlûm û Rêber Apo dihat diyarkirin. Li ba min weke ku ew bi xwe û ez jî li gel wan li wîr bim!
Ji xwe bi heman his û xeyalê re, roja ku ez, Mezlum Dogan, Ferhat Kurtay û Rêber Apo li Amedê li xaniyê navdar; Gunaydın Apartmanı li ba hev rûniştibûn, hate bîra min. Ew roj, di jiyana min de gelek giring bu, ji ber ku piştî Kongreya yekemîn çend roj derbas bûbû!
Bi van hemû xem û xeyalan re, li gel bîranîn û şwînî û şahiyan ve, vê Newroza îsal ez gelek hestiyar û zindî jî kirim.
Di vê çarçovê de, bi vê germaya pîrozbahiyê, ez di kesayetiyê Mazlum Dogan de hemû şehîdên me yên Newrozê û şoreşê bibîrtinim û CEJNA NEWROZÊ jî, di serî de li Rêber APO, li hemû şopdarên wan, li gelê me û gelê herêmê û mirovahiyê pîroz dikim!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.