Zekî BEDRAN
Me Newroz di nava kêferat û têkoşîneke mezin de pêşwazî kir. Li her çar parçeyên Kurdistanê li gorî wateya wê ya dîrokî Newroz bû xwepêşandaneke azadî û serhildanê. Çawa ku di efsaneya Newrozê de ya li paytexta zordariyê Nînowa serhildana şkandina Dehakan e, li zindana Amedê jî ku keleha tarîtî û zulmê bû, Kawayê Hemdem serhildana biheybet ya Mezlûm Dogan jî roja Yekşemê jî li hemberî dorpêç û konsepta tinekirinê bû roja serhildanê. Newroz, li gorî wateya xwe ku sembola hêvî, aştî û gera li azaiyê ye, hat pêşwazîkirin. Weka Rêber Apo jî pênase kirî, gelê Kurd gelê Newrozê ye. Komkujî, tevgerên şerê psîkolojîk û roxandinê nikarîn Kurdan û dostên wan bi dîwarên tirsê dorpêç bikin û nikarîn teslîm bigirin. Meydanên Newrozê nîşanên vê bûn.
15ê Sibata 1999an xwestin bi komploya navneteweyî rêxistina gelê Kurd ji hev belav bikin û hêviya wan ya paşrojê bişkînin. Sala 2020an xwestin serhildanên civakên Ereban biperçiqînin, berûvajî bikin û li şûna biharê bikin zivastaneke qeşayî. Hêzên emperyalîst û hevkarûn wan yên herêmî xebitîn têkoşîna wan testiye bikin. Em dikarin bêjin şoreşên gelan dizîn. Di vê krîz û kaosê de yê herî zêde hatîn dorpêçkirin û bûyîn amanc gelê Kurd bû. Bi taybetî desthilata AKP-MHPê ya faşîst xwest dawiya hebûna gelê Kurd û berxwedana wî ya birêxistinkirî bînin. Tirkiyê di dijminiya Kurdan de sînor nas nekirin. Piştî ku hevkariya Emerîka û NATO têrê nekir, çawa di mînaka Efrînê de hat dîtin, bi Rûsya re jî itîfaq kir. Çawa di mînaka Kerkûkê de jî hat dîtin, di referandûma Başûr de Tirkiye, Îran û Iraq bûn yek. Niha jî rejima Sûriyê jî di navê de, Tirkiye bi hêzên weke DAIŞê û El Nusra re li hemberî hebûna gelê Kurd û destkeftiyên wan yê siyasî itîfaqan çêdikin.
Ev itîfaq û provokasyon bi pêşengiya Rêber Apo ji aliyê gelê Kurd ve hatin bêbandorkirin. Di tarîtiya 12ê Îlonê de çawa ku li zindana Amedê xwestin di kesayeta PKKê de tevgera kurdî tine bikin, niha jî dixwazin heman tiştî bikin. Lê li hemberî van hewldanan tevan gelê Kurd serî dananî. Gelê Kurd yê ji aliyê Rêber Apo ve hatî afirandin û bûyî Newroz, gihat asteke xurttir. Li her çar parçeyan sînor û parçebûna di hişê Kurdan de hat tinekirin. Eger îro li seranserê dinyayê Kurd ji bo heman armancê û bi heman hest û daxwaziyan dadikevin meydanan, ev nînaş dide ku netewebûneke şoreşger û demokratîk derketiye holê. Faşîzma tirkî ya bi serkêşiya Erdogan ku dixebitin Kurdan qir bikin, bikin Tirk û ji dîrokê rakin, xwe anîne nuqteya tinebûnê. Tirkiyê li dinyayê qîmet û baweriya pê winda kir. Sûcên li hemberî Kurdan kirîn û dijminiya wê ji aliyê rayagiştî ya dinyayê ve htin zanîn. Faşîzma tirkî rezîl û riswa bû. Aborî, destkeftiyên damokratîk û hestên dadê winda kirin. Siyaseta dijminiya bêsînor ya Kurdan û siyaseta tinekirinê anîn nuqteya xelasbûnê.
Bi taybetî bi siyaseta plana stûxwarkirinê li bakurê Kurdistanê dixwestin gelê Kurd bêzar bikin û teslîm bigirin. Dest danîn ser şaredariyên bi derfetên kêm bi dest xistîn û parlamenterên wan. Qanûnên xwebixwe jî nas nekirin. Ji bo girtina HDPê niha jî ferman dan dadgehan. Heta mirovên 70-80 salî avêtin zindanan. Jimara Kurdên îro di zindanan de ji jimara dema 12ê Îlonê pirtir e. Bi bêêexlaqî, tiryak, sîxurkirin, birçîhiştin, işkence, zordestî û tirsê rewşeke bêbawer diafirînin û projeya qirkirina civakî pêk tînin. Destûrê nadin gel bîna xwe bide bistîne û xwe bi rêxistin bike. Bi salan e kampanyayê fetistandina civakê dimeşînin. Digel van tevan di Newrozê de hat dîtin, ka faşîzma tirkî çi çandiye û çi hiltîne. Kurdan nîşanî dost û dijmina da ku gelê Newrozê ye. Ya ji van tevan girîngtir û hêviyê dide pêşwazîkirina bakur-rojhilatê Sûriyê ya Newrozê bû. Bi taybetî li herêmên Ereban yên weke Reqa û Minbijê, bi heman coşê bi gelê Kurd re daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Me dît ku Newroz li gorî derketina xwe ku sembola azadiyê ye her ku diçe pirtir gelên Rojhilata Navî himbêz dike. Her ku gelê Kurd yê bûyî Newroz, asta xwe ya birêxistinkirî û zana biparêze û kûr bike, bi xwe re gelên diperçiqin yên din jî xistin nava tevgerê. Divê gelê Kurd vê pêşeniya xwe, erkê xwe û destkeftiyên xwe biparêze û bi zanebûna neteweya demokratîk bi gelên Rojhilata Navî re bi awayekî mayînde yekîtiyê ava bike. Bi serdest û emperyalîstan azadiya rast û aştî nayên Rojhilata Navî. Yekîtî, hêz, azadî û demokrasî bi Newrozbûn û itîfaqa gelan ya rast tên.






