Zehra TUNÇ
Pêngava “Dem dema azadiyê ye” ya ku ji aliyê KCK û KJK’ê ve hatî despêkirin di nava Kurd û Kurdistanê de sînor nema û belavî gelek welatên cîhanê bû. Ji Efrîqa heta Emerîqa yê gelek nivîskar, ronakbîr û kesayetên naskirî jî di navê de, sendîka û saziyên civakî bi tevlîbûna pêngavê re li hemberî tecrîdê xwedîderketina xwe ya ji bo Rêber Apo nîşandan.
Di çarçoveya pêngavê de, çalakiya greva birçîbûnê ya li hemberî tecrîda girankirî û binpêkirina mafên girtîyan, di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hat despêkirin. Ev greva bêdem û bi dorveger di roja 116’emîn de dewam dike. Ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar, 18’ê Kanûnê welatiyan li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin, bi koma 47’emîn di roja 95’an de berdewam dike.
14’ê Adarê li ser medyaya dijital hinek agahiyên girêdayî tenduristiya Rêber Apo hatin parkirin. Van agahiyan raya giştî ya Kurdan xist nava fikarên mezin û ji 14’ê Adarê ve li her deverê Kurdistanî li ser linganin. Hem Polîtîkaya tecrîdê, hem doza girtina HDP’ê û hem jî paşve kişîna ji Peyîmana Stenbolê hîn zêdetir bûye wesîleya têkoşîna hevpar.
20’ê Adarê jî, agahiya paşvekişîna Peyîmana Stenbolê li ser medyayê hat dîtin. Jinan bi yek dengî bertek nîşandan û diyar kirin ku dê desturê nedin vê yeke. Ji gelek welatên cîhanê jî jinan piştevaniya xwe ya ji bo jinên Tirkiyê diyar kirin û anîn ziman ku ewê desturê nedin polîtîkayên qirkirina jinan ku têkeve meriyetê.
Bi pêşengiya jinan li Tirkiyî, Kurdistan û gelek deverên dinê qadên Newroza 2021’an vegeriyan qadên têkoşînê û bersiva pêwîst dan politikaya tecrîdê ya rejîma faşît a AKP/MHP’ê. Ji çiyayên Şengalê heta Binarê Qendîlê, Cizîra Botan, Koban, Amedê, Îzmîr û Stenbol jinan bi yek dengî helwesta xwe ya li hemberî faşîzmê diyar kirin, wan bendên kontrolê yên polîsan derbaskirin û bi cil û bergên xwe reng dan qadan. Taybetî jî li hemberî pîlîtîkayên tecrîdê, vekirina dosya girtina Partiya Demokratik a Gelan (HDP’ê) û vekişîna ji Peyîmana Stenbolê helwesta xwe nîşandan û dan dîtin ku ewê bêdeng nemînin. Bi diruşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” girêdana xwe ya bi Rêber Apo ve jî carekdin anîn ziman.
Ji qadên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê heta Newrozê, jinan biriyardariya xwe ya li hemer polîtîkayên faşîzmê dan dîyarkirin. Ji Başurê Efrîqa heta Rojhilata Navîn, jinan di 8’ê Adarê de dengê xwe gihandin hev. Ew kelecan heta Newrozê jî dewam kir û hîna jî didome. 21’ê Adara 1998’an Şoreşgera Kurd Sema Yucel bi gotina “Ez dixwazim bibim pirek di navbera 8’ê Adarê û Newrozê de” agir berdabû bedena xwe û di nameya li peyî xwe hêlayî de dîyar kiribû ku pêdivî bi çalakiyek wiha dîtîye. Ew di ferqêdebû ku dê bibe meşaleyeke ku her biçe wê derdora xwe geş û ronî bike. Pira ku Sema Yucel ava kirî bû ronîya roja meya îro ku tevlîbûna jinan li qadên 8’ê Adarê û Newrozê bigihe bi miliyonan.






