Idrîs Henan
Çiqas ne li hev e… Ancax derya tenê keştiyên xwe hembêz bike! Ew bedenê ku toztolazê lepên bermahiyên Moxol û Tataran pelçiqandiye û cih û bi cih şopên koledarî û hovîtiya xwe têde kolandiye, hîna jî li ser eniya wî qiseya hezeke bihûştwarî rêsandiye. Li ser nexşeya laşê jihevketî, keştiyên eşqê pêlan dişiqitînin û li peravên Meydankê, Ava Reş, Ziravkê, Kitix, Batmanê û çemê Avrînê singê dilsozî û wefedariyê diçikînin. Di asoyên awirên Eyn Dara, Sîros, Sem’an û dergeha dîroka mirovahiyê Duderî de alayîşa evîna Kurdekî penaber dimalînin. Li hawîrdora daristan, zevî, beyar, pesar, çol û baxçeyên bereketê, ajoyên dirindeyên xesandî fena şevpestan baraneke reş dibarînin. Di oxira anora evîna te de, keştiyê meqsed diherifînin û ji nû ve rêwîtiya ber bi dilê te ve dibelişînin.
Sê sal, sê meh, sê roj, sê saet û sê kêlî, êdî demjimêra Bîgbênê jî nizane ka çiqas em derhembêza te bûne? Ne jî dikare bijmêre ka çiqas kêr, şûr û rimên ixanet û çetetiyê di laşê te de venandî ne? Wisa ye; dem ku zarok dûrî pesîra dayîkê be, şaneyên hingilan jî nikarin adana şêrîn hilberînin. Lê yê bi qisûr dîsa jî em in dayê..! ew ên ku hewl didin di kewareyên dilê te yê birîn de pîsiya xwe bimeyînin, wê bi rayîşa heza Mem û Zînê, Eyşa Îbê, Edûl û Derwêşan re rû bi rû bimînin. Dê ewladên ku ji paşila tava te welidîne, belageriya xwe bi neviyên Toran û Bekoyan bidin.
Dibe ku em dûr bin û ji mêtina sîngê te bê par bin, lê ew şîrê ku di damarên me de meyandî, bi xwêdana di nav zeviyan de celibkirî ye. Ti carî me baweriyek wisa ava nekiriye ku em fêrî dûrbûna te bin. Ji lew re, îroj zarokên te bostek be jî, li ser tixûbên te, ramana hebûn û tunebûna gelekî gernas dinivîsin. Eger gund, navçe, deşt, çiya û newalên te şahidê Serdema yekemîn bûn, bawer be dayê..! babelîska Serdema duyemîn ducanî û dizivire. Ne dûr e, zayîn gelek nêzîk bûye. Çendîn dest bavêjin te, te birevînin, tecawiz û qir bikin, rehên te kokdar in tu carî narizin. Berovajî; di landikên Hawar, Perse Xatûn, çiyayê Gewir û Bilbilê de hêkên berxwedaniyeke hîna dîrokê nasnekiriye hatine danîn. Bihin fire be dayê…! Îroj tola te li Garê, Xakûrkê, Şengal û Şehbayê têye hildan. Ne gengaz e rojekê volkanên te bi hev re neteqin û di rûyê dagirkeriyeke kirêt de neteqin. Dilbicî be, ev roj mîna reh û xwînê nêzîk bûye.
Rihdirêjên kurtêlxwar, efendiyên xwefiroş û bermahiyên neslekî rezîl ê bê esil dê li ber perestgeh û mezarên te serî bitewînin û sicdeya lêborînê bikin. Lê dîsa jî miraz, bendewarî û hêviyên te fermanên evîna gelekî ji axê re ye. Hêmin be dayê; çiqas pelên rezên te biweşînin, bişewitînin û bihetikînin, weke zeytûn û çinaran, çiqas kal bibin jî, em ê kesk bimînin. Hemû rê û selawatên me ber bi navenda te ne. Îorj bi milyonan di nav rûpîvana kêliyên te de nefes dikişînin û di goşeyên rûpelên te de xwe li hev digerînin ku di asoyên te de, ji ewrekî ziwa be jî, dê rondikên şahiya bendewariya toleke bê hempa bibarînin. Ji nû ve dê agirê newrozên me bejin û bala te bixemilînin dayê.






