Beriya salan hem jî gelek salan, welatek bi navê Vîetnam ji aliyê hinek dewletên dagirker ve hatibû dagirkirin. Welatê wan wêran kirin. Talan kirin. Bi avakirina nêzî 17.000 gundên stratejîk, Vîetnam çol kirin. Bombe kirin. Kîmya barandin. Bi mîlyonan Vîetnamî qetilkirin.
Nokerên wek Dîem yên profesyonel ji xwe re xebitandin. Cahşîtî pêşxistin. Hewldan civaka Vîetnamê perçe perçe bikin. Vîetnamî birçî hiştin. Tî hiştin. Axa wan şewitandin.
Bi êşkence û lêdan xwestin Vîetnamiyan dîl bigirin, teslîm bigirin. Zindanek wek Saygon avakirin da ku ji bo Vîetnamiyan bibe cihê çav tirsandinê, bibe cihê serî tewandin û stûxwariyê.
Lê Vîetnamiyan serî netewandin, teslîm nebûn. Birçî man, tî man, tazî man. Lê stûyê xwe li ber dagirkeran netewandin. Gavek paşde neavêtin. Berovajî; bi bawerî, bi vîn, bi hêvî, bi wêrekî, bi fedakarî, bi berxwedanî, bi çalakî, bi yekbûyî, bi rêxistinî, bi şer, bi Şerê Gelê Şoreşgerî, bi tevahî hêza xwe li berxwedan û li hember dagirkeran sekinîn.
Erê, tevî ku erîşên hêzên dagirker pir bêrehmbûn, pir bêîmanbûn, pir zêde derveyî mirovî jî bûn, Vîetnamiyan li berxwedan, axa xwe neterikandin, welatê xwe çol nekirin.
Erê, tevî ku li ser her metre çargoşe axa wan bi hezaran ton TNT ango Dînamît barandin, dîsa Vîetnamiyan gavek jî paşda neavêtin û ji bo ku dagirkeran ji axên bav û dayikan bicehimînin bi îmanek gelek mezin têkoşan û encamê de dagirker-berdêlên xwe giran jî bibin- qewitandin, ji welatê xwe derxistin.
Lê em ji bîr nekin ku, li pişt vê qewitandin û qewirandina dagirkeran de ferasetek hebû, feraseta welatparêziyê. Feraseta parastina axa xwe. Axa bav û dayikên xwe. Feraseta evîndariya welatê xwe û nefreta ji dagirkeran û dagirkeriyê.
Bêyî ku em dirêj bikin:
“Gelê min her tim li vir bû. Bavê min, bavê wî û bavê bapîrê min û bi qasî ez bijmêrim hemû.
Îblîsên Yankê, bombeyên wan, guleyên wan û tankên wan; goristanan perçe jî bikin, hastiyên wan li vir, bin axê de ne. Ezê li vir bijîm û li vir şer bikim.
Eger ez bi bombeyan an jî gulêyên Yankê bimrim, herî kêm hastiyên min li cem hastiyên bav û kalên min wê li heman axê bimînin…
Em xelkên Cu Chî’nînin, em ê giya bixwin, em ê kokê daran bixwin, eger pêwîst bibe em ê axê jî bixwin. Lê em ê tu caran axên bavên xwe neterikînin. Em, kûrên me, heta neviyên me, heya ku dagirker bicehimin em ê li hember wan şer bikin.” Erê, îro tam jî ev dem e ku; em, kûrên me, neviyên me, bi gotinek din tevahî gelê Kurd û ciwanên xwe li hember dagirkerî dakevin qadan û li hember ewqasî hovîtiya dagirkerên faşîzan êdî, bê wirde û virde, têbikoşin!
Bi hêviya; evîndariya welatê xwe û nefret ji dagirkeriyê, em têbikoşin!
Qasim ENGÎN