YPG’ê bi daxuyaniyekê nasanameyên şervanên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesûr yên di navbera 1-3’yê Adarê de li cihên cuda û demên cuda şehîd bûyîn, eşkere kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameyên şervanên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesûr yên di navbera 1-3’ê Adarê de li Hesekê û Helebê şehîd bûyîn, bîr anîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “1 û 3’yê Adarê hevalên me Çîçek Botan û Êriş Cesur, di encama qezeyê de şehîd bûn.
Hevrê Çîçek Botan, li Kobanê di nava malbateke welatparêz de mezin bû û di pêvajoya şerê Kobanê ya giran de tevlî YPJ’ê bû. Hevrê Çîçek tola xwe ya li hemberî dijmin cara yekê bi rizgarkirina Kobanê stand. Di nava şert û mercên giran yên şer de bi biryardariyeke mezin û ruhê berxwedanê tecrûbeyên mezin û girîng yên şoreşgerî qezenç kirin û bû jineke şoreşger ya bi hêz. Hevriya me Çîçek Botan 3yê Adarê di qezeyekê de şehîd bû.
Hevrê Êriş Cesur jî di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi sekneke neteweyî tev li refên şoreşê bû û heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi cî anîn. Bi sekna xwe yê fedekar û kedkar her tim hêz da hevriyê xwe. Hevrê Êriş 1ê Adarê li Helebê di qezayekê de tevlî karwanê şehîdan bû.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Çîçek Botan. Nav û Paşnav: Besma Heyder. Navê Dayîkê: Zelixe. Navê Bav: Elî. Cihê Ji Dayîkbûnê: Kobanê. Cih û Dîroka Şehadete: Hesekê 3yê Adara 2021ê
Nasnav: Êrîş Cesur. Nav û Paşnav: Diyar Erçik. Navê Dayîkê: Ayşe. Navê Bav: Zekî. Cihê Ji Dayîkbûnê: Gever. Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb 1ê Adara 2021ê.
Em di şexsê her du rêhevalên xwe yên şehîd de şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minet bîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”






