Dewleta tirkî ya dagîrker gundên Minbicê dan ber topan. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser sîvîlan didomîne û got, gundên tijî sîvîl yên gundên nêzî eniyên şer da ber topan.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Artêşa tirkî ya dagîrker roja Yekşemê saet li derdora 09:00’an, ji baregehên xwe yên li gundê Yaşlî gundê Zingil yê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi hawnan topbaran kir. 4 top li gund ketin, di encamê de zarokê bi navê Yamin Elî Eyntabî ku zarokê yekane yê malbatê ye yekser şehîd bû û zaroka bi navê Furqan Îbrahîm Eyntabî û zarokê bi navê Yasir Îbrahîm Eyntabî bi giranî birîndar bûn.”
Li gorî daxuyaniyê, di heman rojê de saet 11:00’an, artêşa tirkî ji baregeha xwe ya li gundê Yaşlî, gundê Um Celûd yê li bakurê rojavayê bajêr bi 3 hawnan topbaran kir, di encamê de ziyanên madî gihîştin milkên sîvîlan. Têkildarî ziyanên mirovî agahî nehatin zanîn.
ANHA






