Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di operasyonekê de komeke çeteyên berpirsyarên sûcên kuştinê û êrişên bi bombeyan yên li herêma Dêrazorê girtin.
Li gorî agahiyên Nivîsgeha Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ragihandîn, hêzên wan operasyonek pêk anîne û di encamê de komeke çete girtine.
Li gorî agahiyan operasyon li bajarokê El-Besîra yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk hatiye.
Herwiha hat ragihandin ku çeteyên hatîn girtin berpirsên koordînekirina sûcên kuştin û êrişên bi bombeyan in û li Dêrazorê hewldana têkbirina ewleyiyê û tirsandina sîvîlan dikirin.
ANHA






