Farûk SAKIK
Helebce, di şerê Îran û Iraqê de weke eniyê bû. Ev şerê ku Kurd ne alî bûn, li ser axa wan pêk dihat. Şer dewam dikir û kurdan zirar didît.
Roj hat di şerê Iraq-Îranê de, leşkerê Iraqê li vê herêmê kete tengasîyê û vekişîya. Saddam şerê pêşmergeyên Kurd kir bahane û bajarê Helebcê hedef nîşan da!
Di 16ê Adara sala 1988’an de balafirên şer ên artêşa Iraqê, bombeyên kîmyewî li ser Helebcê barand. Bombebarana kîmyewî 3 saat dewam kir. Di encama bombebaranê de, ku di nava wan de piranî zarok û jin bûn, 6 hezar 357 kesî jîyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 765 kes jî birîndar bûn. Ewqas jî ji ber çekên kîmyewî seqet man.
Ewro, hemû cîhan bêdeng mabû. Herkesî lê temaşe kir. Belkî hin kesan bi dengê ku bi tenê ew dibîhîzin şermezar kir, lê dema ku xwestin şerê cîhanê sêyem bidin destpêkirin hat bîra wan ku li Helepçeyê kîmyasal hatî bikaranîn.
Saddam îdam kirin. Bi hin destûrên sînorkirî, rêveberiya herema Kurdistanê dan siyasetmedarên(PDK-YNK) mexdûrên Halebcê û starta şer dan destpêkirin. Lê dîsa kurd hatin jibîrkirin.
Zîhniyet û hişmendiya vê karesetê nehat guhertin. Ev komkujî, ev jenosîd ji aliyê siyasetmedar û rêveberiyên herêmê ve hatin jibîrkirin. Ew difikirin ku bi îdamkirina Saddam Huseyîn re hemû şopên komkujiyê jî ji holê rabûne. Dijminên Kurdan û siyaseta wan a dijmminatiyê baş nehat nirxandin.
Siyaseta cîhanê îro wek dema komkujiya Helepçeyê di planên li ser Şingalê de jî bêdeng man. Bi tenê bêdeng maban jî baş bû, lê anha Kurdistan tê dagirkirin, komkujiyên derveyî mirovahiyê pêktên, dîsa jî bêdengin. Ev yek jî qîm nake, ji bo heremên nû werin dagirkirin, piştgirî didin dewletên wek Tirkiyê yên dagirker.
Va ye Şingal. Dîsa herkesî şûrê xwe tûjkirî û berê xwe daye Şingalê. Dîsa bi lîstikên siyasî, li hevkirin, peyman û dîplomasiyên bêexlaqî êrişî Şingalê dikin.
Çi zû ji bîrkirin fermana Şingalê ya sala 2014’an. Çi zû jibîr kirin ku gel di nav lepê çeteyên DAÎŞ de hiştin û çûn. Çi zû jibîrkirin ku gelên êzidî trajediyek çawa jiyan. Çi zû jibîrkirin ku gerîla û şervanên kurdan pêşî li karesatên diha mezin girtin. Çi zû jibîrkirin sistema hatî avakirin ji hemû pirsgirêkan re dibe çareserî.
Mixabin jibîrkirine. Heger jibîr nekirina, îroj doza belavkirina sîstema Şingalê nedikirin. Heger jibîrnekirina îroj li ser daxwaza Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li derdora Şingalê bicîh nedikirin. Heger jibîrnekirina ji daxawazên rêveberiya xweser re guhên xwe nedigirtin.
Başe dema ku ev yek dibin mirovahî li kudere. Ew kesên bi salane behsa jenosîd û êşa êzidiyan dianîn ziman, fîlm çêdikirin, stran digotin, pirtûk dinivîsinin li kuderin.
Dîsa piştî dagirkirina Şingalê em kurd û dostên wan yên li derveyî welat ku bi rojan li qadanbûn, îroj çima danakevin qadan?
Yek tişt dive were kirin. Em li benda hevdîtinên bi hikumeta Baxdayê re nesekinin. Kurd û dostên kurdan dive ji -doh- de dest bi têkoşînê bikin. Dive yek bi yek saziyên pêwendîdar werin ziyaret kirin û 3’ê Tebaxa sala 2014’an bi bîra wan were xistin.
Dema ku ev yek kirin, bila Halebçeyê jî bibîran wan bixin û bibejin; em ne kurdên sala 1988anin. Bila bêbêjin aha hûn jî bûn şahid ku çi gerîlla û şervanên me yên leheng henin. Û bila bibîra wan bixin bibêjin, emê destûr nedin, hûn Şingala me bikin qûrbana berjewendiyên xwe yên şerê cîhanê yê sêyem. Îro an jî sibê wê pirr dereng be.






