Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi merasimekê cenazeyê şehîd Lûey Mihemed Elî û Besma Heyder spartin axê.
Endama hêza Antî Teror Besma Heyder (Çîçek Botan) û şervanê QSD’ê Lûey Mihemed Elî ku demên cuda şehid bûbûn li Kobane bi merasimeke girseyî hatin veşartin.
Besma Heyder ya bi nasnav Çîçek Botan 15’ê Sibatê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe dabû agir û bi giranî birîndar bûbû. Besma ku demekê di nexweşxaneyê de tedawî didît, şehîd bû.
Şervanê QSD’ê Lûey Mihemed Elî jî ku bi eslê xwe Ereb e û ji Sirînê ye, di êrişeke kesên nenas de li ser riya Reqa-Hesekê şehîd bûbû.
Ji bo her du şehîdan merasimeke girseyî li goristana Şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê hat lidarxistin.
Piştî axaftinan nasnameya her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Besma Heyder li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hat veşartin, cenazeyê şehîd Lûey Mihemed Elî ji bo goristana Şehîdan ya navçeya Sirîn hat veguhestin.
Lİ ŞEDADÊ JÎ CENAZEYÊ MİHÊDÎ EL-EBÛD HAT VEŞARTİN
Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Mihêdî El-Ebûd (Dilşêr) li goristana şehîdan ya Şedadê spartin axê.
Welatiyan cenazeyê şervanê QSD`ê Mihêdî El-Ebûd ku 5`ê Adarê li herêma El-Şihêl ya Dêrazorê şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan girtin û ber bi goristanê ve ketin ser rê.
Di merasima li goristanê de bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Fermandar Mihemed El-Sincar axivî û diyar kir ku wê heta serkeftinê şopdarên riya şehîdan bin.
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd di nava durişm û tilîliyên dayîkan de spartin axê.
ANHA






