Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bizava Kurdan

12/03/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd û Dîroka Komara Tirk 7
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Him ji bo sahibrewacan
Him ji bo zarokêd Kurmancan
Ev demeke li Bakûrê Kurdistanê hewldanên ji bû zimanê Kurdî û perwerdehiya Kurdî zêde dibin. Gelekrewşenbîr, nivîskar, dilxwaz û xemxurên zimanê Kurdî di nava keft û leftê de ne û hewl didin kuhişmendiyekê di nava gel de çêkin da ku gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derbikeve. Gelo çima ev kesênhenê dikevin di nava vê bizavê de û dixwazin gel di vê mijarê de hişyar bikin? Yan ji gelo qey ev kesênhenê dixwazin bala gel bikişînin li ser xwe? Na, bi Xwidê ez weke navê xwe dizanim ku çi xaye û niyetawan ya welê nîne ku bala gel bikişînin li ser xwe. Dilê wan dişewite dilê wan! Ew dibînin ku zimanê wan,ango hebûna wan li ber pêlan ketiye û diçe, hemî kes ji seyrê dike. Ew dibînin ka li Bakûr çiqes zext û zorli ser ziman û çanda Kurdî heye, pişaftin çi qeder di nava Kurdan de pêş ketiye, Kurdî çi qeder di bintehlûkeyek mezin de ye hingî roja paştire ji ev tehlûke zêdetir dibe.
Eve sed sal in dewleta tirkî ji bûna çand û zimanê Kurdî ji holê rake hemî rêbaz bikar anîne û çi rêyênneceribandîn ji nemane. Tişta ku vê dewleta mêtînger ji bû vî zimanî ne anî serê Kurdan nemaye; ji cizayêdiravan bigire heta êşkencê, ji hepsê bigire hetanî kuştinê çi hovitî û bê exlaqîtî hebe ji bû zimanê Kurdanbi serê wan aniye. Îro ji ev hovîtî di hemî warî de û bi taybetî ji di warê derûnî de tête meşandin. Gelekcaran ez di vî quncikî de li ser vê mijara “şerê derûnî” disekinim. Îro pergal bi deh hezaran dibistan, sazî ûdezgeh, televizyon, radio, bi hezaran malperên înternetê, tiştên bi taybetî jî ji bo ciwanan û zarokan cazibû balkêş vî şerî dide meşandin. Dibistanên seretayî bes nedîtîn, asta pişaftinê daxistin hetanî “dibistanêndayîkê”, “hêlînên zarokan” û îro zarokên Kurdan ji 3-4 saliyê ve têxin di nava wê çerxa pişaftinê de. Bi vîhawî hêj di temenê gelek kiçik de êrîşî binhişî û kesayetiya zarokên Kurdan dikin, binhişiya Kurdan dagirdikin, wan ji çand û zimanê wan dûr dixin, heta wan lê mêjû û kovî dikin, şûnê ji ya xwe di binhişî ûhişmendiya zarokên Kurdan de bi cih dikin. Êrîşkirina binhişiya mirovan ya di temenê biçûk de asta şerêderûnî ya herî xirab e. Ev yek di kesayetiya mirovan de birînên kûr vedike û jixwe armanca dagirkirinê jiev e.
Belê xemxurên vê mijarê bi vê hişmendiyê tevdigerin û dizanin ku Kurd ji jiyaneke Kurdewar dûr dikevinû Kurdî ji jiyana xwe ya rojane dûr dixin. Êdî Tirkî dikeve şûna Kurdî de. Ew dizanin ku heke eva henêwiha dewam bike nivşên nû êdî nema Kurdî diaxivin û di nava demê de ji wê ev zimanê xweş ûdewlemend ji holê rabe. Jiber wê heroj bang dikin, dikin qêrîn û hawar û dibêjin bila Kurd li zimanê xwexweyî derbikevin û bi zarokên xwe re, di jiyana xwe ya rojane de bi Kurdî biaxivin. Bi vê mebestêsaziyên li ser zimanî xebatan dikin ev çend carin bi hev re dicivin û li çareseriyê digerin. Armancek yavan xemxuran jê zindîkirina Kurdî ya di nava gel de ye, armancek ya wan ji ew e ku li Bakûrê KurdistanêKurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Bi vê bonetê kampanyaya destnîşanê him li ser înternetê û him ji dinava gel de dane destpê kirin. Armanc komkirina milyonek îmze ye û vê ji meclîsa Tirkiyê re rêkin. Evkampanya hêj li ser malpera www.change.org ê tê meşandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.