Gulîstan XALID
Weke hersal jinê roja 8’ê Adarê bi kelecan û coşeke mezin pêşwazî kir. Her çiqasî bê zanîn ka çima rojeke wiha ji bo jinan hatiye diyar kirin jî lê dîsa ez dixwazim vê rojê bibîr bêxim; di sala 1857’an de piştî ku li bajarê Newyork’ê a Emerîkayê polîsan êrîş birin li ser 129 karkerên ku piraniya wan jin bûn; êrîşa ku jiber van karkeran şertên baş ê xebatê û heqdestên xwe li gorî demên xwe yê kar dixwestin pêkhat, di encama wê de ewqes jin hatin kuştin. Di sala 1910’an de li Kopenhagê ji hêla enternasyonela duyemîn ev roja êdî weke roja jinên kedkar a cîhanê hat qebûl kirin û ji wê rojê de ev roj li tevayî cîhanê weke roja jinan tê pêşwazî kirin.
Lê mafê jinan tenê di sandîkayekê de ne dihat binpê kirin; sistema desthilatdariya mêr, jinê ji gelek mafan bê par dihêle û ji lewma jin tenê bi naskirina rojekê ji salê ji xwe re weke rojeke maf nasînê bes nedîtîye. Jinan têkoşîna xwe di bin navên cûda û bi gelek tevgerên cûda ji bo tevayî mafên xwe yê siyasî, aborî, hiqûqî û civakî têkoşîn dide meşandin. Her ku zanebûna jin di aliyê naskirina sistema desthilatdar û hişmendiya zayendperest de çêdibe, ewqes dibe xwedî têkoşîn û xwedî doza mafên xwe di hemû qadên jiyanê de.
Asta têkoşîna jinan, di roja me ya îro de xwedî derketineke xurt ve bersivek dide vê roja 8’ê adarê. Roja jinên cîhanê ne tenê jinên karker bandorî dike; di rastiya serdema niha de ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyan jî tê pênasekirin û her ku diçe berbelav û giran dibe, ev bandoreke herî zêde yê berbiçav li ser tevayî jinan dike. Di vî şerî de siyaseteke taybet li hember jinan bi ermanca bê îradekirinê tê meşandin.
Hişmendiya li du buyara jinên ku hatin şewitandin, heman hişmendî hîn jî didome, hişmendiya ku jinan dikuje, dişewitîne, (Tacîz, tecawiz û komkujiya li her qadê pêktîne, êdî bûye rûdana ku her gav çêdibe) .û her wekî wê bi şêwazên cûr be cûr em dibînin ku kuştinan an jî rêbazên ji bo tepisandina dengên jinan pêk tê.
jin li her derê bi xeteriyê re rû bi rûye û êdî jin dikevine ferqa ku ji têkoşîn û rêxistinbûyînê wêdetir tu riyeke wan ya xilasiyê ewê nebe. Ji lewma çalakiyeke jinan ku ji bo heqdestiyê li darket zîvîrî têkoşînek û rêxistinbûyîneke hîn berferehtir. Bi şoreşa rojava re em dibînin ku jin her roj kirine roja têkoşînê. Him li hemberî kevneşopiyên xwe, him li hemberî desthilatdariya mêr, him jî li hemberî dagirkeriyê û sistema desthilatdar bi giştî. Gotina Rêber Abdullah Ocalan ya ku dibêje ‘Divê hemû roj wek ‘8 adaran bên dîtin’ di rastiya tevgera azadiya jin, di heman demê de rêxistinbûyîna jinan ya li bakur û rojhilatê sûriye de şênber dibe.






