Derwêş M. FERHO
Mijara nivîsa berê li ser xebata Komeleyên Kurdan li Ewropa bû. Di vê nivîsê de Enstituyên Kurdî ye. Kurt be jî, em çavekî li dîroka avakirina wan, armanc û firaza xebatê binêrin.
Wek hatibû nivîsîn rêxistinên Kurdan li Ewropa ji salên ’60 ve peyda bûne. Enstituyên Kurdî bi avakirina Enstituya Kurdî ya Parîsê (1983) dest pê kir. Di heman salê de li Bonê ava bû, lê di 1989 de deriyê xwe asê kir. Enstituya Kurdî ya Brukselê (1989), li ser hîmê yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka –Têkoşer- (1978) bi navgugehrtinê ava bû. Înstîtûta Kurdî li Berlîn (1994), Înstîtûya Kurdî li Stockholmê (1996), Înstîtûta Kurdzaniyê li Wien (1994) ava dibin.
Meriv dibînê ku heta bi navên wan jî bi çend awayan têne nivîsîn. Ev jî bila bibe mijara munqeşaya navbera zimannasan.
Wek tê zanîn, her Enstitu di avakirina xwe de destûreke taybetî, di nava çarçeweya welatê tê de amade dike. Wek prensîb armancên wê destûrê pêk tînin. Bi kurtî li çend mînakan binêrin.
Enstituya Parîsê xebata kultûrî, ne siyasî, hevkariya rewşenvîrên Kurd, hunermend, pirtûkxane, ziman, dîrok, û integrasyon da ber xwe. Ya Stockholmê lêkolîn, pêşvexistina ziman, wêje, danasîna çand, berhevkirin, xurtkirin, danasîna mîrateya Kurdî da ber xwe. Armanca Enstituya Almanya di malpera wan de jî xuya nîne. Ya Wienê, lêkolînên li ser ziman, çand, nasnameya Kurdî, pêkanîna pirekê di navbera Awusturya-Ewropa û Kurdistan ava bike da ye ber xwe. Ya Brukselê, xebata alîkariya civakî, li ser hîmê demokratîk, hevkar, di jayan pêkhev de beşdar, mafên merovan û gelan, da ye ber xwe.
Beşa kultûrî, pirtûkxane, ziman, dîrok, lêkolîn, wêje, berhevkirin, xurtkirin û danasîna mîrateya Kurdî ji aliyê pirraniya wan Enstituyan, bi Kurdî, kêm be jî dibe. Lê ji aliyê du heban bi zimanê welatê ew lê baş pêk tê. Yên din di xebatê de pirr zeîf in. Hemû Enstitu bi Kurdî siyasetê dikin û dîsa du ji wan bi zimanê welatê lê di xebata xwe de siyasetê bi rêya agahdariyên giştî dikin. Ango yên ne siyasî nînin.
Pirseke din heye ku pirr giring e. Enstituyên Kurdî, du heb ji wan ne tê de, çiqasî dikarin bi civaka ne Kurd re, li welatê lê ava bû ye di nav têkiliyên fermî, rêxistinên mîna xwe û dezgehên wî welatî de ne? Ew çiqasî dikarin di nava xebata xwe de bandorê li ser tewra saziyên mîna xwe bikin ku ji bo berjewendiyên Kurdistanî bi awayekî erênî firaze bide? Di xebata xwe ya agahdariyan de çiqasî dikarin tesîrê li ser siyaseta wî welatî bikin ku hêza loby (ya welatên mîna Turkiyê, Îran, Iraq û Suriyê) bêtesîr, berteref bibe? Ew çiqasî dikarin berê civaka Kurdî di wî welatî de bi awayekî erênî, ji bo jiyaneke hevpar, têgihiştineke demokratîk, ji berjewendiyên azadiya Kurdistan derneketî têkin xizmetê? Integrasyona bi naxnameya Kurdî çiqasî serketî ye?
Enstituyên me çiqasî dikarin berê ciwan û xwendekkaran ber bi perwerdeya berdewam, ango heta mimkiniyeta zanîngehan pêk bînin? Her kes dizane çiqasî derfetên perwerdê li van welatan heye. Yan jî ew çiqasî dikarin bibin şêwirmendên xwendekar û yên xwendina bilind qedandine bi awayekî rêkûpêk li hev bighin hev? Kîjan Enstitu çiqasî rewşenbîran li hev dide hev û alîkarê xebata hunermenda ye?
Ew di xebata xwe de çiqasî dibin sebebê pêkhatin û xurtkirina peywendiyên dezgehên welatê ew tê de û yên Kurdistanî? Bi çend saziyên mîna xwe, di welatên tê de ne di nava têkiliyên xurt û berdewam de ne? Bi hevra çi dikin? Gelo kîjan Estitu dikare bandore li ser saziyên derdorê xwe bike ji bo ew bi xwe xebateke ji bo berjewendiyên Kurdan û Kurdistanê? Gelo çi dersê ji derdorê xwe digrin?






