Meclisa Partiya Sûri ya Paşrojê şaxê herêma Efrînê serdana serokê “Itîlafa Niştimanî” Nesir El-Herîrî ya Hewlêrê şermezar kir û bi parsekiya siyasî ya bi fermana serokkomarê Tirk” bi nav kir.
Bi dehan endamên Partiya Sûriya Paşrojê, meclis û yekîtiyan li pêşiya navenda partiyê ya li navçeya Fafîn ya girêdayî kantona Şehba kom bûn û têkildarî serdana Nesir El-Herîrî ya Hewlêrê û hevdîtina bi serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re daxuyaniyek dan.
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Paşrojê şaxê Herêma Efrînê Elî Selame daxuyanî bi zimanê erebî xwend.
Di daxuyaniyê de serdana Nesir El-Herîrî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Kujerê bi navê El-Herîrî xaka Hewlêrê qirêj kir. Ew bi fermana serokê xwe yê AKP`ê çû serdanê. Her kesê ku destê wan di xwîna gelan de û di xwîna Hevrîn, zarokên Til Rifetê û şêniyên herêmê de heye, em şermezar dikin. “
Di daxuyaniyê de hat gotin piştî têkçûna wan ya siyasî û dîplomatîk li hundir û derve, ew çete ji bo parsekiya siyasî şandine Hewlêrê.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em ji cîhanê re dibêjin êdî bes e, xiyaneta we ji doza Sûriyê re û xirabkirina yekîtiyê re êdî zelal bûye. Emê bi israra xwe hêviyên azadiyê ji bo gelan û hevgirtina di nava pêkhateyên Sûriyê de, pêk bînin.”
ANHA






