Li bajarê Minbicê bi merasimekê radyoya “Dengê Sacûr Fm” hat vekirin.
Nûnerên Rêveberiya Sîvîl ya Demokratîk ya bajarê Minbic û gundewarê wê, endamên saziyên leşkerî û nûnerên partiyên siyasî yên Minbicê beşdarî merasimê bûn.
Merasimê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re hevserokê Meclisa Qanûnsaz ya Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û got, Sacûr sembola heskirin, bihar û her tişta ku jiyanê dide ye. Em bi hêvî ne ku kesên li ser xebata vê radyoyê disekinin kar û xebata wan li gorî vî navî be, her wiha bi hêvî ne ku ev radyo ne ji bo bajarê Minbicê tenê, di heman demê de ji bo seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê be.”
Bi navê Yekîtiya Ragihandina Azad, nûçegihana ajansa Jin news’ê Sîbîlya Îbrahîm diyar kir ku rojnamevanên Minbicê hewl didin xebata ragihandinê li Minbicê pêş bixin û bibin dengê tevayiya pêkhateyên bajêr û dengê jinên azad.
Radyoya “Dengê Sacûr Fm” ku wê li ser pêla 7.107 weşanê bike, wê bernameyên siyasî, çandî, civakî bi zimanên tevayiya pêkhateyên Minbicê, Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkman beweşîne.
Vê radyoyê navê xwe ji çemê Sacûr yê ku di Minbicê re derbas dibe girtiye.
ANHA






