Koalisyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku 8 balafirên keşfê yên bombebarkirî yên Hûsiyan roxandine.
Koalisyonê diyar kir ku hêzên wan 5 balafirên keşfê yên Hûsiyan ku dixwestin êrişî sîvîlan bikin, roxandine û pişt re jî 3 balafirên din yên keşfê roxandine.
Koalisyonê da zanîn ku serkeftinên artêşa Yemenê û eşîran li Marîbê, nîşan didin ku êrişên milîsan zêde bûne.
Çavkaniyên leşkerî yên girêdayî hikumeta Yemenê eşkere kirin ku roja Şemiyê di şerekî dijwar yê di navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan de li bajarê Marîbê, li derdora 90 kesî hatine kuştin.
Hûsiyan di destpêkê meha Sibatê de êrişî bajarê Marîbê kiribû ku baregeha dawî ya hêzên hikumetê ya ku Koalisyona Erebî desteka wan dike, lê ye.
Hûsiyan herwiha êrişên bi moşekan yên li dijî Siûdiyê, zêde kirine.
ANHA






