Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Adîfe Sakik û 8’ê Adarê

08/03/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê Îdlibê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Di 8’ê Adara 1985’an de li çiyayê Sason, li gundê Telor şerek qewimî û 8 gerîla şehîd bûn. Di nav wan de jinek jî hebû. Navê wê Adîfe bû..Bêrîvan bû..Ji bajarê Mûşê ji gundê Zengokê bû..Yekem gerîlaya jin a wê heremê û xuşka min(FS) bû..
Her sal di 8’ê Adarê roja jinên cîhanê de behsa têkoşîna jinên kurd tê kirin. Disa hersal di têkoşîna jina kurd de behsa şehîdên salên 80’ê yî tê kirin. Navê Adife jî derbas dibe. Tesaduf ew e ku Adîfe jî di 8’ê Adarê de şehîd bûbû.
Adîfe berî ku bibe Berîvan, li gundê xwe wek jinek kurd a ji rêzê, di nav zeviyên Tutunê de dixebitî. Li ser Adife zilma malbatê û civakê hebû. Tu qedr û qiymetek wê tunebû. Adîfe jî wek hemû jinên din bi qedera xwe razî bû. Li gundê wê jî wek her deverê, rolên cinsiyetperest yên li jin û mêr hatibûn barkirin hebûn. Ev yek bi xwe re, kodên koletî û serdestiyê dihewandin. Di vê jiyanê de cinsiyetparêzî jinê dixist pozîsyona koleyan. Lê dema ku di sala 1979’an de komek Apocî hatin gundê wê, ew roj heşê Adîfe jî hatibû serê wê.
Di nav vê komê de Haydar Karasûngûr hebû. Karasûngur di axaftinek xwe de behsa azadiya jinê û ramanên Rêber Apo yên derbarê jinê de kiribû. Adîfe ji van axaftinan pirr bi bandor bûbû. Partiyek bi navê PKK’ê hatibû avakirin û di vê partiyê de behsa azadiya jinê hatibû kirin.
Adîfe, biryar da bibe Apocî û ji bo azadiya Kurdistan têbikoşe. Lê diviya di destpêkê jin azad be ku bikaribe ji bo azadiya Kurdistan têbikoşe. Gotinek rêber Apo hebû. Digot, “Jinek azad afirandin ji azadkirina welatekî zahmetir e.” Adîfe li gund di nav jinan de dest bi xebatan kir. Ji koma Apociyan çi agahî girt li nav jinan belav kir. Navê wê êdî Adîfeya Apocî bû.
Roj hat êdî ji bo wê, ew dem bû. Êrişên dijmin jî destpêkirbûn. Banga rêber Apo jî hebû digot ‘dive jin werin di nav têkoşînê de çalak cîh bigirin û bibin gerîla’. Diviya Adîfe jî, biryarek bida. Di sala 1984’an de ji bo Adîfe salên gerîlatiyê û pêşerojek pirr zelal destpêkir. Li çiyayên Andokê azad û navê wê jî êdî Berîvan bû.
Li ser daxwaza rêber Apo, jinên kurdan wek Adîfe birêxistin dibûn û berê xwe didan nav refên gerîla. Dema xeberên ‘gerîlayên jin’ di nav civakê de belav dibûn, zîhniyeta zilam a li dijî jinê jî ji hev belav dibû.
Di wan salan de li Kurdistanê bingeha azadiya jinê, bi berxwedana Sakîneyan û bi şahadeta Adîfeyan hatibû avêtin. Li ser vê bingehê li rojava şoreş pêkhatibû û jin li eniya pêş cîh girtibûn. Artêşa Adîfeyan-YPJ dema li Kobanê destanek nû ya jinê nivisîn, cîhanê şahidî kir. Jin, li ser vê bingehê, îro li cîhanê ji têkoşîna jinan re pêşengî dikin. Ew bûn sebeb ku îroj li gelek navendên cîhanê dengê “jin jiyan azadî” bilind dibe.
Dema Adîfe, di 8’ê Adara 1985’an de, di şer de şehîd ket, bi şahadeta xwe peyamek jî dabû jinên kurd. Digot; 8’ê Adarê bi rojek tenê nayê pîroz kirin. Dive jin 364 rojan têbikoşe û roja 365 jî pîroz bike. Vê peyamê jinên kurd girtibûn. Îroj li her deverî jinên kurd 364 rojan bênavber û bêsekin ji bo azadiya xwe û Kurdistan têdikoşin. Û di roja 365’an ango di 8’ê Adarê de dadikevin qadên pîrozbahiyan. Ew ro li qadan dengê jinên azad bilind dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.