Ahmet AKTAŞ
Di 6’ê Adara 1921’ê de, li herêma Qoçgîrê, Kurdan dest bi raperineke watedar û herî mezin a sedsala 20’î kir.
Eger ev raperîn bi ser ketibuya, dibû dewleta 25’an a ku ji bin desthilatiya Imperatoriya Osmanî derdiket. Mixabin 24 gelan xwe rizgar kirin, sed sal derbas bû, bi tenê kurd rizgar nebûne û di bin nîrên zaliman de dinale!
Sedemên wê rojê yên sernekeftinê çibûn, hema hema îro jî heman sedem nahêle gelê kurd rizgar bibe. Ev jî; bi xalên sereke, xiyaneta navxweyî ye, avanekirina yekîtiya netewî ye!
Erê Cemiyeta Kurdan a Tealî, li Stenbolê biryara avakirina dewletek serbixwe standine û li ser vê biryarê Serekê Eşîra Koçgirî Alişan erkdar dikin û dişînin Dêrsimê, ji bo ku vî karê pîroz, bi Beytar Nûrî re pêkpînin. Ew jî bi hest û hilwestek xurt û bi rûmet dest bi vî karê hêja û giring dikin.
Him amadekariyên rêxistinî, him yên leşkerî bi taybetî dikin û her wiha, ji bo ku hêza tirka lawaz bixin, li gel hinek herêmên din; weke Amedê, Wanê, Çebaxçurê û hwd.jî tevdigerin, da ku bi hev re û di dîrokek hevbeş de dest bi raperînê bikin.
Bêgûman di vê raperînê de, rola Elîşêr û Nûrî Dersimî gelek li pêş e. Heta eger ne ji xiyaneta Diyap Axa be Mustefa Kemal, dikeve kemîna Elîşêr, ya dîl tê girtin ya jî tê kuştin.
Mixabin, neyarê xwînxwar heşyar dibe û dest bi her cûre dekûdolaba dike. Bi fermanaa M.Kemal, F.Çakmak û K.Karabekir, ji bo raperînê bişkîne; Nuredîn Paşa û Osmanê Topal ên kujerên pispor in li ser gelên Ermenî û Pontûs û Kurdan dişîne Koçgirî. Ev siyaseta qirêj û gemar a ku nuha R.Erdogan û Bahçeli çawa li ser gelê me, li hemu Kurdistanê didin maşandin, gelek zelal dîyar dibe şopdarên heman wê zihniyeta qirker, talanker û bi taybetî dujminê jinê ya berî sedsalî ye.
Ji ber ku di despêka avakirina netew-dewletek nuh de bûn, eger li vir şikestin xwariban, dewleta tirka ya Ataturk ava nedibû. Lê ji vira curet girtin û heman hostayî û serpêhitayên xwe yên xwînrêj, li Agirî, Zîlan, Şêx Seîd, Dêrsim û hwd.jî kûrtir dan meşandin.
Erê gotin “me doza kurdan xiste bin xaka çiyayê Agiriyê”, lê ev dîtin rast derneket. Her çend sal dereng be jî, tov û ruhê wan raperinan ne dimir, şîn dibû, zindî dibû; li Mehabatê weke Komar derket, li pey wê weke Tevgêra Azadiyê bi pêşengiya felsefeyek hemdemî û nûjen derket û li her çar parçeyên Kurdistanê şax veda. Ji zîndana Amedê bi dirûşma “Berxwedan Jiyane” despêkir û li her deverê bû zincîra ruhê xweragiriyê û îradeya xweser.
Li parçeyê ku Nûrî Dersimî, xwe radestî dewleta qirker a tirka nekir û berxwedana xwe li wir domand; li Rojava bû şoreş!
Ji xwe Rêber APO jî digot, “wisa diyare êdî ne şoreşa Kurdistanê tenê, barê şoreşa gelek weletan kete ser milê me, lazime em karibin vî karê bi rûmet, bi layiqî rakin”!
Lê mixabin, hinek kes li goreyî navê xwe, destê xwe naxin bin vî barê bi xîret. Weke mînaka Başûr, weke ku dersê ji van bûyer û raperînên dirokî dernaxin. Ji bo yekîtiya netewî, şandeya KNK’ê li gel hevserokê xwe, heyvekê li Başûr bende mala Berzanî man, tew bersîv jî nedanê. Lê belê, bi pêşewaziyek “qedirbilind” yekî weke Nesir Herîriyê serokçete û qirkerê kurdan wexendin mêhvandariya xwe.
Her çi dibe bila bibe, rastî/heqîqet rijd e û ew ê bi serkeve û li gel Koçgiriyê tola hemû qirkirinên Kurdistanê dê were standin!






