NÛRŞAN HİSÊN
Vegera li rastiyên dîrokî, rê li pêş fêmkirina roja îro vedike. Ger mirov pirs bike bê çima şer û pevçûn heya vê serdema me ya pêşketî didomin, ezê bersiv bidim û bêjim ‘Ji ber ku zayendperestî didome’. Dibe ku gelek kes vê girêdana rasterast nepejirînin, lê belê bi şîrovekirina bûyerên ku bi serê mirovahiyê hatine û di dîroka fermî ya desthilatdaran de nehatine nivîsandin re, mirov dikare wate bide gelek lêhûbûnan.
Şikestina statuya dayîka xwedawend ya ku di dîroka kevnar a Rojhilata Navîn de weke jêdera berhem û nirxên pîroz dihat naskirin, hiştiye ku civak ji mêbûnê derbasî nêrbûnê bibe. Ew jî bi serê xwe sosreteke mezin e. Civaka xwezayî veguherî civaka çînîtiyê. Desthiladarî, zordarî, talankirin, derew û gelek têgînên neyînî ava bûn û bi riya zagonên xwedayî rolên jiyanê bi tundî li ser herdu zayendan hatin parvekirin. Jin bû berpirsa tekane ya zarokanîn û xizmeta malê û cîhan bi firehiya xwe bû cîhana mêran.
Ev rastiya bi êş ne di roj an salekê de pêkhat, lê belê li gorî gelek fîlozof, arkolog û zanyarên civakî di nava nêzî pênc hazar salan de pêk hatiye. Niha ev di serê mirovan de bûye bilokeke nayê şikandin, ku di nîqaşan de hema xwe dispêrin çend zanyariyên zinistî yên Sigmund Freud û piştre jî xwe davêjin hembêza pêxemberan û baweriyên ji pola. Dibêjin jin lawaz e û mêr hêzdar e, ev jî rastiya Adem û Hewa ye û divê bêmafî û bêdadî bi bêdengî were pejirandin.
Berxwedaniya jinan li hember van jirêderketinan ranewestiyaye, ji têkoşîna Tiyama li hember Mardok de bigre, heya têkoşîna Hîpatya li hember bêhişên dêra Iskenderiyê. Ji serhildana jinên karker ên têkistîlê li NewYork bigre heya serhildana Women’s Suffrage ya ku mafê dendayîna jinan di hilbijartinan de bi dest xistin. Ji qehremaiya Guher Xana kela Dimdimê ya ku nehiştiye Sefewiyên xwînmij bi serkeftinê şad bibin bigre heya qehremaniya Avêsta Xabûr keça Efrînê ya ku canê xwe bi dagirkeran de teqandiye. Her bi vî awayî berxwedana jinan hem li dijî neyaran, hem li dijî kevneperestiya civaka xwe domandiye.
Ji bo wê jî, pir bi zelalî mirov dikare bêje ku jinbûyîn berpirsyarî ye û li ser milên jinan barekî giran e. Divê jin bikevin wê ferqê ku ne tenê xwedîkirina zarokan û baqijkirina malê erka wan e, divê bi rastî tebigihêjin ku xwedîkirina nirxên civakê û paqijkirina mêjiyê zilamê desthilatdar sereke karê jinê ye. Heya vê kêliyê di welatê me de, jin di bin navê namûsê de tên kuştin, gelek caran jî zihniyeta rizyayî jinê bi destê wê dide kuştin û nav lê dike xwekuştin ‘Intîhar’. Heya niha hîna zewicandina temenê zarok weke sûc nayê dîtin. Heya niha jin ne serbixwe ne û di bin baskên mêrên qurnaz de tên kedîkirin.
Bêgoman keda ku di şopa doza jinan de tê dayîn nayê înkarkirin, mînaka herî berbiçav jî niha şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi saya YPJ’ê mohra xwe li dîrokê daye, lê asta ku tê hêvîkirin ji vê berztir e. Li milekî hişmendiya kevneperest, li milekî jî hişmendiya kapîtalîst bûne jehr û xwe berdane nava rehên civakê. Ew jî bêyî keda jinan ne gengaz e werin têkbirin. Keda ku tê xwestin ne tenê di şêwe de ye, lê belê divê her jinek têbigihêje ku jinbûyîn bi zayînê re nayê bidestxistin, jinbûyîn di rih û mejiyan de tê avakirin û bi ked û xebatê tê parastin û parvekirin.






