Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nesir Herîrî, bi ENKS’ê bûroyê dide vekirin

08/03/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Kesê bi navê Nesir El Herîrî hefteya borî ji aliyê birêz M. Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Qaşo nûnerê Itilafa Sûriyê ye. Ev itîlaf bi fermanên dewleta tirkî tev digere. Kesê bi navê Herîrî li Sûriyê tê naskirin. Ji bo wê emê zêde behsa wî nekin. Ev itîlaf parêzvana rejima Bees e, lê kirasekî dînî li xwe kiriye. Fikirên diparêze jî ti qîmetê wan nîne. Lewre ne di rewşeke wisa de ye ku fikirên xwe biparêze û têkoşîna wan bide. Kesên wisa ne ku debara xwe bi şer dikin û çeteyên di destê dewleta tirkî de ne.
Herîrî li Hewlêrê li çi digere? Kê vexwend wir? Em dizanin ku dewleta tirkî dijminiya Kurdan bi polîtîkayên cuda didomîne. Herîrî kesekî wisa ye ku nasnameya xwe ya siyasî winda kiriye û di nava gelê Sûriyê de ti qîmetê wî nîne. Dewleta tirkî ji bo ku wan bike xwedînasname dixebite. Bi taybetî ji bo ku perçiqandin û tinekirina bakur û rojhilatê Sûriyê her kesî bi kar tîne. Dema faşîstên weke Erdogan dikevin tengiyê dibêjin, pirsgirêka me bi Kurdan re nîne, em li hemberî terorê têkoşînê dikin. Ji bo wê pêdiviya wî bi Kurdên bi kar bîne û hêzên ji Sûriyê heye. ENKS jî di nava qaşo itîlafê de ye. Ya ku van koman diparêze, xwedî dike û wan bi rê ve dibe dewleta tirkî ye. Her kes vê dizane. Ji bo wê di nava gelê Sûriyê de ti qîmetê wan nîne.
Herîrî di axaftina xwe ya li Hewlrêrê de got, ENKS dikare li herêmên di destê me de bûroyên xwe veke. PDK û çapemeniya wê serdana Herîrî bi şermokî da, lê xebitî ku zêde neyê dîtin. Herîrî li Sûriyê kîjan herêm ji destê DAIŞê yan jî yê rejimê derxistine? Herêmên Herîrî behsa wan dike tev ji aliyê dewleta tirkî ve hatine vegirtin. Eger dewleta tirkî venegirtibûna wê kesekî weke Herîrî li wir nebûya. Ciyê ku dibêje emê destûra vekirina bûroyên ENKSê bidin, bi giranî erdên Kurdan in. Xuya ye wan deveran yên Kurdan nabîne. Bi navê xwediyê wan herêman wê destûra vekirina bûroyên wan rêxistinan bide.
Eger dewleta tirkî nebe, Herîrî dikare bikeve Efrînê? Herîrî çawa ket Serê Kaniyê? Dewleta tirkî Kurd û Ereban bi hev dide kuştin û wisa erdê Sûriyê vedigire. Kurdên li herêmên vegirtîn jî derdixe. Bi awayekî eşkere qirkirina neteweyî dike. Eger ENKS, li Efrîn û Serê Kaniyê bûroyan veke wê xebateke çawa bike? Ma Kurd li wan deran mane?
Hêzên şer dikin dikarin hevdîtin û agirbestê bikin. Lê şert û hedefên wê hene. Barzanî bi Herîrî re di rewşeke çawa de bi Herîrî re hevdîtinê dike? Wê dagîrker ji Efrînê derkevin? Wê sûcên şer nekin? Bêguman na. Ji aliyê komîteya sûcên şer ya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû diyarkirin ku sûcên şer kirine.
Herîrî ji bo Kurdan xweserî yan jî federasayonê dixwaze? Kîjan statûyê qebûl dike? Ji bo Kurdan ti statûyan qebûl nakin. Hevdîtinên Cinêvê jî bi sepandina dewleta tirkî dimeşin. QSD ku beşeke mezin ji Sûriyê û Rojava ji DAIŞê paqij kirine, derveyî van pêvajoyan hiştin. Hevdîtinên ku dibêjin pêvajoya Astana, li gorî daxwaziya Tirkan bû eniyeke dijbera Kurdan. Bi tevlîkirina kesekî du kesên ji ENKSê qaşo Kurd tevlî kirine. Ev plana Erdogan e. Dema dikeve tengiyê dibêje, pirsgirêka me bi Kurdan re nîne, em li hemberî PKK û terorê têkoşînê dikin. Hin Kurd bêîrade dike û ji bo tinekirina Kurdan bi kar tîne.
Wê ENKS li Efrînê bûroyê veke kê bi rêxistin bike? Kurd ji wir tên derxistin, revandin, talankirin û destdirêjî li wan tê kirin. Berî vegirtina Tirkan li wir perwerde bi kurdî dihat kirin. Niha kurdî qedexe ye. Eger Herîrî sûrîkî demokrat û welatper bûya diviya li hemberî dagîrkeriya Tirkan derketibûya. Çawa ku tê dîtin Herîrî mirovekî nijadperest navendîperest e. Ji bo perçiqandina Rojava û Rêveberiya Xweser û vegirtina van herêman bi dewleta tirkî re dixebite. Çeteyên Herîrî berdevkiya wan dike, di destê dewleta tirkî de ne û li hemberî Kurdan sûc dikin. Ev hêzên bi dijminên Kurdan re bûyîn yek, wê kîjan pirsgirêk werin çareserkirin? Barzanî û ENKS nikarin bibin amûrên piçûkxisin û bêrûmetkirina Kurdan. Eger bi ENKSê re xwîna Kurdan û piçek welatparêzê mabe, nikare vê piçûkxistinê qebûl bike. Wê erdê Kurdan vegirin, destdirêjiyê û her rengê bêrûmetkirinê bikin, pişt re jî wê bêjin emê destûrê bidin we hûn li ser erdê xwe bûroyan vekin. Kî vî mafê dide wan ku Kurdan evqas piçûk bixin? Herîrî bi serê xwe nikare vê bike. Pişta xwe daye Tirkan û dixebite bi riya Barzanî û ENKSê xwe rewa bike. Gelê Kurd û rewşenbîrên wî bêrûmetiyeke wiha qebûl nakin. Nixumandina dagîrkeriya tirkî ne karê Kurdan e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.