Wezîrê karê derve yê Misrê Samih Şukrî bang li dewleta tirkî kir ku dagîrkirina erdê Sûriyê bi dawî bike.
Li gorî çapemeniya Misrê, Samih Şukrî di axaftina xwe ya civîna Komkara Erebî de diyar kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, divê tevayiya hêzên biyanî, nemaze hêzên dagîrkeriya tirkî ji Sûriyê derkevin da rê li ber çareseriya siyasî vebe.
Samih Şukrî da zanîn ku aloziya Sûriyê ji 10 salan ve didome û got, gelê Sûriyê tenê berdêla vê aloziyê dide.
Şukrî got, vegera Sûriyê ya nava welatên Ereban, ji bo ewlekariya neteweyî ya Ereban girîng e.






