Aldar Xelîl diyar kir ku çeteyên şêniyên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî koçber kirîn û çeteyên DAIŞ’ê, bi “cilûbergên siyasî” dikevin Hewlêrê.
Bertekên li dijî pêşwazîkirina şanedeya qaşo itîlafa Sûriyê li Hewlêrê, dewam dikin.
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser Twitterê nivîsek belav kir. Xelîl wiha got:
“Çeteyên DAIŞ’ê yên berî 3 salan bi çend kîlometreyan dûrî Hewlêrê û yên şêniyên Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî koçber kirîn, niha bi cilûbergên siyasî û dîplomatîk dikevin Hewlêrê.”






