Idrîs HENAN
Dema ku civakek hêza xwe ya ideolojî û moralê ji dest bide, bi wendabûnê re rû bi rû dimîne. Wendabûn jî belavbûn û tunebûn e. Ji lew re mirov ji kesên bê ideolojî ditirse. Bê ideolojî wek ku rêber Apo rave kiriye; sedema lanet û revê ye. Bê guman bê ideolojiya mirov û civakan ji ber nebûna nirxên fikrî û manewî ku hevsengên jiyana me ya madî ne. Dîsa Rêbertiyê di vê derbarê de ev tesbît kiriye ku; gelek fena gelê Kurd; eger girêdana di navbera hêza wî ya manewî û fikrî de bi realîteya madî ya îroyîn re xort ba, dê rewşa wî ya îro ne wisa bûya. Dîroka mêtinkariya li ser civaka Kurd dikarîbû çerxekê di navbera hêza moral-ideolojî û gel de ava kiriba. Ji ber vê jî bi qasî hatiye xwestin dijmin, kole kiriye û qir kiriye.
Hêz, alî yan rêxistina ku ne xwedî bingehek ideolojîk be, nikare bi ekonomîk û çekan xwe biparêze. Bi hêza afrîneriya ku dikare di her serdemê de biherike û pêk bîne, ancax xwedî bandora herî mezin be. Ji ber vê jî ferqa Rêber Apo ji rêberên dîtir ew e ku xwedî hêza fikrî a afrîner e ku li gorî her demê ye û xwedî hêza bingehîn a pêkanînê ye. Ji ber vê xisleta ideolojîk a afrînerê felsefeya jiyana azad û bi rûmet, çi hêz nikare li beramberî hêza ideolojî û manewî ya tevgera apoyî li ber xwe bide. Ji ber vê taybetmendiyê jî tevgereke herikbar a serkeftinê ye.
Îro hinek aliyên Kurdistanî ku xwe spartina hêza takekes a ku hemû serdestiyan di çarçoveya yek xanedanî, malbat an eşîrê de kom kirine, ti carî ji dîroka berxwedana Kurd re nebûne bersiv. Hêza xwe ya redkirina mêtinkariyê ji dest dane û ji serdestên Kurdistanê re veguherîne patron û hêza derbkar a parçekirina civakê. Bi gotineke din; bê ideolojî û bê moral in. Ji be vê sedemê bi hêsanî û bê ku sûcekî jî hîs bikin, dikarin bajarên Kurdan ji kujeran re vekin û wan di qesrên patrontiya çors de pêşwazî bikin.
Îroj li ser destê van patron, xanedan û dîkteyên olîgarşîk, paytextên ku li hemberî hovîtiya dagirkeran asê mene, tên vekirin. Maseyên lihevkirin û itîfaqan li dora axa dagirkirî têne lidarxistin û di peyalên ji kevneşopiya gelekî resen hatine neqişkirin, peymanên koletiya domdar û meya bindestiyê têye vexwarin!
Çi karê beredayekî nola El-Herîrî û hemtayên wî yên DAIŞ li paytexteke Kurdan a fena Hewlêrê heye? Eger ne hewldaneke şaşika sor “Emame” ya bicihbûna li ser texta xwedayan û hildana çoyê serdema koledar û feodal be, patroniya ji kîjan hêza mêtinkar re ye? Eger ne bê arî û destpîsî be, çi navekî siyasî dikare lê bê kirin? Gelo ev ne bê ideolojî û bê moralî ye ku hemû hêza xwe ya exlaqî bê prensîb ji dest daye?
Ev biçimê hêza han ku tenê nûnertiya qelaşî û rezaleta dîroka Kurd a bi destê dagirkeran hatiye çêkirin, ti nirxeke wê ya fikrî nîne ku pala xwe bidiyê. Ev jî bê ariya herî kirêt a xanedaniyên ku veguherîne tekeyên osmancîtiya nûjen e. Lê tişa ku dîrok tekez dike ew e; çawa serdemên koledar, patron û yekdestariyên ku li derveyî nirxên ideolojîk û moralê xwe birêxistin kirine dibuherin, dê serdema siyaseta ku kolekirina civakê esas digire ya bê ideolojî û bê moral jî bê bihurandin.






