Derwêş M. FERHO
Ev mijar li ba min her tim ciyekî giring girtiye. Ji salên 1960 û vir de diyaspora Kurd li Ewropa heye û hêdî hêdî rêxistinên xwe ava kirin. Komeleyên karker, xwendekar, mamoste, rojnamevan, nivîskar, karsaz, federasyon, Enstitu, akademî, … li temamiya welatên Ewropa peyda bûne. Di nav wan de yên aktîf hene, di xebata xwe de demeke dirêj didomin. Lê yên ku di xebatê de têr kar nakin jî hene.
Her rêxistina ava dibe xwedî destûreke taybet e û armanc pêkanîna wê destûrê ye. Lê mixabin, bi pirranî tê xuyakirin ku destûra hatiye pejirandin, nakeve jiyanê. Xebat xurt be jî pêşketineke darîçav weke dil dixwaze nîne. Kêmasî di gelek waran de darîçav in. Ev jî ji bo hin rêxistinan dibe sedema belavbûn û derî asêkirinê. Yên ku deriyê xwe asê nakin jî bi nav hene lê firaze nîne.
Sedema vê kêmasiyê: ji ber ku di nav pirraniya rêxistinên me de xebat ji her tiştî zêdetir ber bi welêt tê kirin. Ev karekî pîroz e. Armanc jî ev e. Lê tiştê balkêş, xebata ber bi civaka ne Kurd li Ewropa ji bo berjewendiyên sereke, pirsgirêka Kurdî, kêm e. Rêxistinên me di xebata xwe de di hevkariya bi rêxistinên wî welatî çiqasî serketî ne? Çiqasî dikarin tesîrê li raya giştî bikin? Çiqasî dikarin tesîrê li raya dezgehên fermî, di nava dewletên tê de bikin?
Xebata her û her di nav civaka Kurdî de li diyaspora, yan li kêleka wê xebata ber bi civaka welatên ku Kurd tê de dijîn?
Em îro çavekî li komeleyên xwe bidin û li firaza xebata wan binêrin. Li hemû welatên Ewropa, li pirraniya bajaran komelên me hene. Bi çi meşgul in? Çiqasî serketî ne? Gelek ji komelên me ku nuka aktîf in, di nava civaka xwe de şev û roj kar bikin jî pêşketin nîne. Her diçe hêz û xebat zeîf dibin. Sedem çi ne?
Li aliyekî civaka Kurd ne ya doh e û tê guhertin. Bi vê guhertinê re, awayê xebata komelan xwe nûjen nake, mîna berê tê kirin. Astengî dikevin pêş xwe nuhkirinê. Xwe nuhkirin, li gor şert û mercên jiyan û xebatek nûjen weke xwe hundakirin tê qebulkirin. Û pirraniya komeleyên hene di bin tesîra îdeolojiya partiyeke siyasî de dide distîne. Ev bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e. Rê li ber gelek hevkariyên bi komelên din re tê girtin. Çend komeleyên xwe “serbixwe” derdixin pêş jî ji ber gelek sedeman fetisî dimînin. Aliyê Kurdan wan harmono dike. Ew jî ji tirsa serbixwe”bûnê hunda nekin xwe di qalikê xwe de teng dikin. Bi tena serê xwe dimînin. Bi vê yekê dibin alîkarê wê harmonokirin û îzolasyonê.
Ciwan û xwendekarê Kurd jî ciyê xwe di nava van komele û civaka xwe de nabînin. Xwe dûr dikin. Ji tek tuk ciwanan pê de, mixabin li dor komelên me bayê sar heye.
Li aliyê din kêmasiyeke mezin heye ku peywendiyên bi civaka ne Kurd, ku bi hevra dijîn, pêk nayên. Ev jî ji nezanîna ziman û nenaskirina kultûr, rewşa siyasî ya wê civakê tê. Civaka nuh ji xwe re xerîb dibînin. Pîvana serketina xebatê, çiqa beşdarên ne Kurd di nav van çalakiyan de xuya ye. Xebata serketî ne bes organîzasyona meş, avêtina slogan, derketina kuçeyan û belavkirina daxûyaniyan e.
Wekî din, komeleyên me çiqasî beşdariya çalakiyên kultûrî, civakî, siyasî … ya civaka ne Kurd dibin? Ev jî ciyê pirseke giring e.
Destûrên komeleyên me tekûz in. Divê ew destûr bi her awayî têkevin jiyanê. Yan na, emê ji xwe re li def û zirnê bidin û govenda xwe li dar bixin. Heta niha ev xuya ye.






