Zehra TUNÇ
Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya îsal de ji Mexmûr û Silêmaniyê heta Heleb, Qamişlo, Minbic û Kobanê pêşangehên jinan ên dewlemend hatin vekirin. Jinên keda destê xwe tevlî pêşangehan kirin hemûyan xwe bi cilên herêma xwe xemilandin û bi rukenî dîdaran pêşewazî dikin. Ji xebatên hunerî heta xwarinên gelerî renga reng berhemên bedew hatin dîtin. Bi rêya vê xebatê jinan dewlemendiyên hindir derxistin derve û bi hev re par kirin. Ji hev nêrîn û tecrube girtin ku salekdin zêdetir xebatên bi vî awayî berfireh bikin.
Ji kilê çavên wan heta deqên ser ruyên wan û kitana serê wan hemû şopên dîrokê ne û bi demê re hatine parastin. Bi wê hişmendiyê nêzî çand û dîrokê dibin û ji bo bidin jîndarkirin xebatek mezin li ser dikin. Her xwarinek çawan tê amadekirin hostahî ya destên wan tamê lê zêde dike. Ji ber wê jî dema tama xwarinekê xweş be her kes dişibînin a destê dayîka xwe û bi heskirin qal dike. Bi ked û hostahiyê li hev tînin û dinexşînin.
Li Helebê şevbêrka dengbêjên jin hemû jinên derdorê li xwe civandin û kelecanek da çêkirin. Hemû bi cilên xwe yên herêmî li kêleka hev rêz bûn, bi awayek xwezayî hev temam dikirin. Yekê stranek dengbêjiyê despêdikir li peyî jî yên din dewam dikirin. Li peyî stranek din despê dikirin û wiha bi dengê komî bilind dibû, weke ku berê bi hev re pirova kiribin tona dengê wan hev temam dikir û didomiya. Her jina guh li dengê wan dikir bi bez dihat tevlî ahenga wan dibû û kesê nedixwast ji wê veqete heta dawiyê bi hev re dom kirin.
Li Mexmurê jî bi heman awayî ji sîmgeyên kevnare şeye hiriyê û teşî li gel destar jî di navê de gelek amur û amrazên kevnare di pêşangeha jinan de xwe dan nîşandan. Li ber dengê stranên kevnare û xwarinên herêmê yên qedîm xweş li hev dihatin. Jinên ku ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê koçber bûne û li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn bi xwe re dengbêjî, cil û xwarinên herêma xwe birine û didin jiyîn. Xwarinên berê li herêma xwe bi pincarên taybet çêdikirin her çendî wan pincaran nebînin û nexin navê jî cardin ji ber wê xwarinê parçeyek ji çandê dibîne ji bo bide jiyîn bê pincar çêdikin û di pêşangehan de jî didin nîşandan.
Mehrîcana çand, huner û wêjeya jinê ya ku li Navenda Mehemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê jî bi heman dewlemendiyê hat lidarxistin û du rojan dom kir. Ji berhemên wêjeyî heta şanogerî, govend, dengbêjî û hunerê destan gelek remz û nîşanên cuda yên bi dirêjahiya demê mayînde bûne hatin dîtin. Her dîdarên çun dîtina herêma ji nexş û nîgarên keda destan hatî xemilandin bê ku tiştekê weke diyarî bigire jê veneqetiya.
Di van pêşangehan de hat dîtin ku jin xwe di ber parastina çandê de çiqasî berpirs dibîne û hewil dide bi awayekê bide jiyîn. Li hemberî bişaftinê xwe digihînin hev û bi hev re bihêz dibin. Ew di ferqê dene bê çandî, bê nasnamebûne û heta nebûne. Ji bo wê jî bi çar destan li berhemên çandî xwedî derdikevin û di binhişiya zarokên xwe de jî bicîh dikin. Dema zarok nû ji dayîk dibe, li ber landikê bi lorîkan guhê wan aşnayî dengbêjiya ku hemû jiyana civakî di navê de veşartiye, çîrok û bîranînê dirêjahiya dîrokê di nava xwe de dihewîne dikin. Ji ber wê ye tê gotin dayik parêzvanê ziman û çandê ye, li gel wê jî mamostaya despêkê zarokê hînî jiyanê dike ye. Çand û zimanê dayikê hêmanên sereke ên jiyanê ne û ji wana kêm mayîn tê wateya bê nasnamebûnê.
Ji xwe 8’ê Adarê jî bi vê bûneyê bûye roja bilindkirina têkoşîna li hemberî zilmê. Despêkê ji nava xebatên fabrîqayê nerazîbûn û hêrsa jinan despêkir, bi demê re xwe li hemû kuçe û kolanan da hîskirin û hemû jinan pêdivî bi yekgirtinê dîtin. Li hemberî qetilkirin û şideta her roj tê jiyîn dibin yek û li meyîdanan dengê xwe bilind dikin. Ji bo ev roj bibe roja tekoşînek hevpar û bigihe her deverê gelek jinan pêşengî kirin. Hîna jî pêdivî bi xebatek hîn ber firehtir dibînin. Ji bo 8’ê Adara îsal jî jinan ji serê adarê ve dest bi amadekariyan kirine û her roj bi çalakiyên cuda derdikevin qadan.






