Farûk SAKIK
Hilbijartinên Amerîka bi dawî bûn û Biden bu serok. Daxwaza Erdogan a serdana Amerîka bi tu awayî nayê qebûl kirin. Erdogan ji bo randevûyek bigire çi ji dest tê dike. Lê dîsa jî bersivek nagire.
Di demek waha de tiştên pirr ecêb li Tirkiyê qewimîn. Di van rojên dawî de, li Turkiyê gelek nûçeyên girtina endamên DAÎŞ’ê di medya AKP’ê de hatin parvekirin.
Ev nûçe di dawiya mehên sala 2020’an de, zêdetir bûn. Ev jî teqabûlî pêvajoya hilbijartinên Amerîka dike.
Bangî rojnamevanan kirin ku bibin şahidê binçavkirina wan kesên hatine girtin. Piştî şahidiya rojnamevanan ev kes di deriyê paş de jî serbest hatin berdan.
Me, ev nêzikatiya AKP’ê di doza Hîzbûllahan de jî dît. Ji bo serbestberdana van kujer û qatilên Kurdên welatparêz, di qanûnê xwe de guhertinek çêkirin û di şevekê de hemû endamê Hîzbûllahê serbest berdan. Piştî ku dîtin van kesan ji sînoran derbas bûne, gotin; şaşîtiyek bûye. Gelek ji van qatîlên endamê Hîzbîkontra çûn tevlî nav DAÎŞ’ê û El-Kaîde bûn. Ji Erdogan re deyindarbûn. Erdogan bi rêya van kesan bi DAÎŞ’ê re têkilî danî.
Yek daxwazek Erdogan ji DAÎŞ hebû; dixwest piştî Mûsil û Şengalê berê xwe bide Rojava; Û DAÎŞ wisa kir… Êrişên li dijî rojava dest pê kirin. Lê encam û aqûbeta wan jî li Kobanê tê zanîn.
AKP û Erdogan bi vê rêxistina dijminê mirovahiyê re, çiqas dost bûn û ev çete çiqas bikaranîn, bi belgeyan hemû cîhan dizane.
Danûstandinên wan di dagirkirina DAÎŞ a Musûlê de jî me dît. 49 xebatkarên Balyozxaneya Mûsûlê wek rehîne ketibûn destê DAÎŞe. Pişt re hat îspatkirin ku di encama lihevkirinek de ew 49 kes hatine girtin. Lê piştî demekê, çi hîkmet bû serbest hatin berdan. Bi tenê rehîneyên Tirk serbest hatibûn berdan. Lê li aliyê din DAÎŞ, rehîneyan di dest xwe de bi awayek hovane qetil dikirin.
Dema ku li Kobanê şervanên Kurdan ev DAÎŞ’a hov ji Kobanê heta Dêrazorê paqij kirin, di serî de Amerîka hemû cîhan bi kurdan bawerî anî. Ji wê demê ve bi Kurdan re li dijî DAÎŞê têdikoşin.
Lê Erdogan ev yek nedixwest. Dema ku hilbijartinên Amerîka destpêkirin, Erdogan jî li rêyek din geriya. Hikumet û serokê nû yê Amerîka çawa dikaribû îkna bike ku Kurdên Rojava ji holê rake. Difikirî, Amerîka ji ber têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞê, bi Kurdan re tevdigere. Wî jî xwest ji wêderê destpê bike.
Bi girtin û ‘serbest berdana’ çeteyên DAÎŞ’ê re, peyam dida Amerîka.
Tirkiye dixwaze, bi navê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê balê bikişîne ser xwe. Amerîka îkna bike. Di dewsa QSD’ê de Artêşa Tirk û çeteyan bicîh bike. Heger ev yek bikeve meriyetê wê derbasî plana duyem bibe û êrişî Kurdan bike. Bi kurtasî ji Amerîka re dibije; dewsa Kurdan de, min tercîh bike.
Ji bo reşkirina Kurdan ji dest çi hat pêkanî. Nebû, di derewên xwe de zîrve kir û got; ‘kesên li Amerîka êrişî avahiya Kongrê kirin, endamê PYD’ê ne.’
Dema herkesî kenê xwe bi wan kir, vegeriyan careke din, manşetên “endamê DAÎŞ’ê hatin girtin” avêtin. Di nûçeyeke xwe de digotin “endamekî DAÎŞ’ê ku jineke Êzidî revand û li bazaran firot hat girtin. Ev nûçe jî ji bo Şengalê, ji bo xapandina hin eşîrên herêmê hatibû amadekirin.
Ka, emê binihêrin, di rojên pêş de ji bo xapandina Amerîka wê kîjan manşetê biavêjin.






