Ahmet Aktaş
Berî 6 salan 28 Sibat 2015’, li Dolmabahçeya Stenbolê, lihevhatinek dîrokî pêkhat.
Ev rêkeftin, di navbêna şandeya bi hemû pêkhateyên xwe ya Tevgêra Kurd a ku bi kesayetî û pêşengtiya Rêbar APO ve û şandeya dewleta tirk de pêkhat. Di dîrokê de ev cara yekemîn e bûyerek wisa rûdide.
Bê gûman ev pêvajo, di encama gotûbêjên navbêna Rêber APO û nûnerên dewletê de yên bi salan ve bû ku gihişt vê asta peymanek ji 10 xalan pêkhatî.
Li goreyî şandeyên diçûn li gel Rêber APO guftûgo dikirin, rakêşa nîqaşên navbêna Wî û nonerên dewletê gelek dijwar bûn e. Heta xwe gihandiye qonaxa rêkeftina Dolmabahçeyê, gelek wext standiye, gelek ked hatiye dayin û gelek mejî hatiye xebitandin.
Ji wan gotûbejên navbêna wan, du mijarên balkêş wisa diyar dikin. Yek jê mijara maf û rola jinê bû ye. Nûnerên dewletê bi rijd xwestine vê mijarê ji peymanê derxin. Lê Rêber APO jî, bi rijd têkoşiyaye ku vê mijarê dernexe, di nava peymanê de bihêle û wisa jî kir.
Weke tê zanîn, mijara rola jinê di civakê û şoreşê de mijarek bingehîn yek ji felsefeya Wî bû, êdî rojane ji gotinê derbasî jiyanê dibû. Bi taybetî jî li Rojava rola jînê ya pêşeng di cevakê û şoreşê de, zelaltir derdiket ber çavê raya giştî. Nuha hîn pirtir tê zanîn ku ne bi tenê R.Erdogan, belê hevalbendên wî yên hegemonên cîhanê jî ev rastî didîtin û jê tirsiyan, lewma bi rijd xwestin ji vê rêkeftinê/peymanê were derxistin.
Mînaka duduyan a belkêş jî, şande dibêje “wexta em li Imralî di gotûbêjen de bûn, hevalekî me ji Rêber APO re got ‘min agahiyên piştrastkirî standine ku AKP’yî, hewldidin bi Ergenekoniyan û MHP’yiyan re, lihevbikin’! Li ser vêna gelek kûr fikirî û ji nûnerê dewletê jî, rastiya vê gotinê pirs kir, noner got ‘min agahî jê nîne, eger fêr bibim ez ê we agahdar bikim’ û hwd”.
Ji xwe piştî wê gotinê Rêber APO dibêje, “eger ev pêvajo were xerakirin, faşîzm bi tevayî dibe desthilat”!
Nuha diyar dibe ku ew agahî rast bû, lewma R.Erdogan, piştî du mehan di 29’ê Nîsanê de, ragihand ku maseya Dolmabahçeyê diqelibîne û wê rêkeftinê nasnake! Hema li pey vê daxwiyaniyê AKP’ê, 2 rojan berî hilbijartina 7’ê Hezîranê dest bi provakasyon û kiryarên qîrkirinê kirin. Gava yekê provakasyona mitînga AMED’ê bû.
Lê ji ber ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de bi ser neketin û rêveberiya wan hilweşiya, gelek tirsiyan, dît in ku desthilatiya wan bi temamî ji dest diçe, ev hilbijartin nasnekirin û bi lezgînî, ji bo di hilbijartina 1 ê Mijdarê de bi serkevin êdî dest bi qirkirinên hîn mezintir kirin: Komkujiya Pirsûsê û Gar a Ankarayê û hwd.
Bi wê zîhniyeta malxerab a R.Erdogan, ew xebat û keda bi pêşangiya Rêbar APO ve hatibû meşandin û stewandin, hemû avêtin erdê û gel xistin nava şeş salên tije xwîn û xem û êşkencê!
Bê gûman bi ser neketin. Berovajî, rûyê desthilatiya wan li mirinê ye. Erê gel pir zulum û êş kişand, lê serî ne tewand û rûyê gel li serkeftinê ye. Peymanên hîn tijetir û berfirehtir ji 28’ê Sibatê, li ber gel e, ne dûr nêz in! Nîşana herî hêja û nûjen a li ber çavan, ruhê SERKEFTİNA GARÊ ye!
TÊBÎNÎ: 28’ê Sibata 1997’an, a post-modern a li dijî rêvebriya N.Erbakan çêbû jî heye û têkiliyê wê bi vê 28’ê Sibata 2015’an ra jî heye, lê bila ew bimîne ji gotarek din re.






