Jinên gundên rojhilatê Dêrezorê bi meşekê sûcên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan dan.
Meşa ku endamên sazî û meclisên gundewarê rojhilatê Dêrezorê tevlî bûbûn, ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê ber bi nexweşxaneya Giştî ya Hecînê ve dest pê kir. Di meşê de pankartên şeremzarkirina dewleta tirkî hatin vekirin.
Meş li ber Nexweşxaneya Giştî ya Hecîn rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Ji rêveberên Meclisa Jinan ya Dêrezorê Fatima El-Salim axivî û got, ji bo şermezarkirina dagîrkeriya tvirkî me ev meş li dar xistiye. Em gel yek in û dagîrkeriya tirkî ya li ser xaka xwe red dikin û banga rizgarkirina herêmên dagîrkirî dikin.”
Seroka Yekîtiya Jinên Ciwan ya Dêrezorê Hala El-Mihemed piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da û got, meşa me ji bo piştgiriya şervanên QSD’ê yên li eniyan e, em ji wan re dibêjin ku li hemberî dagîrkeriya tirkî em bi we re ne.”
Hala El-Mihemed, bang li ciwanên li derveyî welat kir ku li welatê xwe vegerin û tev li QSD’ê bibin.
Ji endamên Yekîtiya Jinên Ciwan şaxê Hecînê Necwa El-Elî jî wiha axivî: “Me ciwanên Hecîn û Dêrezorê ev meş li dar xist da ku piştgiriyê bibin QSD’ê li hemberî dagîrkeriya tirkî. Bi yek dengî em dibêjin, bimire Erdogan, bijî rêber Ocalan.”
Meş bi durişmên şermezarkirina dagîrkeriya tirkî bi dawî bû.
ANHA






