Çavkaniyan ji hundirê Efrînê ragihand ku li navçeya Mabata û Reco yên girêdayî Efrînê, ji aliyê istixbarata dewleta tirkî ve 3 welatî hatine revandin.
Çavkaniyan da zanîn ku istixbarata dewleta tirkî her sê welatî ji gundewarê navçeya Mabata û Reco yên Efrîna dagîrkirî, revandine.
Li gorî çavkaniyan welatiyên hatîn revandin Aslan Ehmed Emîn û Aslan Behrî Emîn in ji gundê Amara yê girêdayî navçeya Mabata ne.
Dema her du welatî ji Efrînê ber bi gundê xwe ve vedigeriyan li ser riya gundê Kokan yê bakurê navçeyê hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e.
Çavkaniyan herwiha da xuyakirin ku welatiyê din jî yê bi navê Hemîd Qedro Mihemed ji şêniyên gundê Mosaka yê rojavayê navçeya Reco ye û çarenûsa wî jî ne diyar e.
Li gundewar û navenda kantona Efrîna dagîrkirî, revandin, talankirin, dizî, şewitandina darên zeytûnan ji aliyê artêşa tirkî û çeteyên wê ve bênavber tên kirin.
ANHA






