Balafirên şer yên Rûsya 112 caran nûqteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûriyê xistin.
Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê bi dest xistîn, balafirên şer yên Rûsya roja Pêncşemê 112 caran nuqteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûriyê xistn. Di encamê de nêzî 20 çetî hatin kuştin.
Berî vê êrişê li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê de 9 endamên hêzên hikumeta Şamê hatibûn kuştin û têkiliya bi komekê re ku ji 12 leşkeran pêk dihat qut bû.
Herwiha hat diyarkirin ku li çolistana rojahilatê Hemayê û çola Dêrezorê 10 çeteyên DAIŞê jî hatine kuştin.
ANHA






